xewê bû dîm û zû řaburd ke bû be yarî min leylim

xewêk
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 1 minutes  463 views
xewê bû dîm û zû řaburd ke bû be yarî min leylim
le xew hełsam û yek def’e be carê mat û dił keylim
şew û řoj wext û nawexta denałênim le hîcrana
ełêy lafawî nîsane ke dête xwarewe seylim
le şîn û min le giryanim hemû kes lêm herasane
decoşê cergî biryanim derûnî her wekû weylim
le řêy bê řeḧmîya ey yar were ser řêgeyekî tir
nemawe ’eqił û hoşî min le ḧałetî xome bê meylim
berokî berbide şoxî ke eḧmedPen name bonî toy nawê
xewê bû dîm û řabird ke bû beyarî min leylim