dûbare - tavgey zełim

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  875 views
awe cwanekey serçawey zełim
boç behar lêłî û payîzan piř tem
ełêy serçawey bextî kurdanî
leserda sard û ser le asmanî
zorî pê naçê ekewye zewî
wek firmêskî çaw biław û newî
wêł û ’ewdałî řêy çiẍurd û herd
be qełbezewe ser edey le berd
yekdigîr ebî legeł tanceřo
be ’eşqî sîrwan wêł û řenceřo
le dwawanda ke yek ekewî
wek dû mîsre’î ferdî mewlewî
sîrwanî ew çem tanceřoy em çem
biden wehemda em çem ta ew çem
ser binêrewe be lim û xaka
bigrî le bargey selmanî paka
biłê: be qurban, to nawit pake
bimanxere řêy yekêtî û çake
to xot ezanî ew ’erde dême
ke paraw ebê be awî ême
ke wa bê guł û nêrgis pêkewe
ba şad bin be diłî řêk û pêkewe