ew cejney mîllet têyda kesase
From the Book:
            Dîwanî Pîremêrd
        By:
                Piramerd (1867-1950)
        
             1 minutes
             1818 views
        
        
    em pênc dêřey xwareweşî bo ew şehîd û qaremanane wituwe, le katî xoyda le cejnêkî qurbana be yadî ewanewe biławî kirdotewe.
ew cejney mîllet têyda kesase
min serim şîne û bergim pełase
meř serbiřîne qoçî qurbane
qurbanîy ême kiç û kuřmane
ba girtin temî tirsim lê laba
birîndar nebê şêr hełmet naba
kuřgel be gałte biłên be dujmin
kewtin bo ewe û serkewtin bo min
qurbanîy ême zor pesinditre
hî ḧacî meře, ême kiç û kuře