le estembułewe hełsam, le xewda bûm heta êre

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  2583 views
le estembułewe hełsam, le xewda bûm heta êre
le seyrî «fî alminamArabic» da bûm ke çawim kirdewe lêre
ḧeyatêkî tirim dî, xizim û xwêşan dewreyan dabûm
ser le nwê hatmewe dinya be řoḧ wek tulfî sawa bûm
eme dû řoje cejnî řoḧme, dengî weten debyem
xuda dîdarî êweyşim nisîb ka zor ebînê pêm
hewałî êwe çone? bêmewe? ya êwe dêne lam?
nesîb eyzanê, çend řojêkî tir me’lum ebê encam