qerizdarman bin bedkar û bedxû

From the Book:
Şîr û Helwêst
By:
Mala Ali (1953-1979)
 2 minutes  935 views
qerizdarman bin bedkar û bedxû
dayk û bawkityan lê kirdim dû řû
diłyan le astim řeq bû wek asin
şitî wayan wîst ke peyda nabin
minîş leber dost le daxî dujmin
bełênim pê dan ke peyda debin
bełênyan pêdam bełam le paşan
be qisey şofar lêm bûn peşîman
ne bawkit jîr bû ne xanedan bû
ne řeftarîşî weku însan bû
bełam řewişt û şêwey cwanî to
ke bas nakirê qet be giftugo
naçaryan kirdim pê le cergim nêm
bawkit bidwênim ke to bida pêm
gona şekire sêw zulf wek çinûr
gerdin biřîwî cwanî le bilûr
dem gułebaxî nepşikutwî sûr
le kwê detwanim wesifit kem le dûr
to biłêy zułifit wek caran mabin
herwa çîn çîn û lul řawestabin
cwantirîn şêwet bała û bejin bû
cêy pê nazînî toy şoře jin bû
êstaş ke yadim wekû xoy mabê
beyadim dugmet her girê dabê
lewsawe řazit le min biřawe
keştî xeyałim niqûmî awe
êstaş wa destim le jyan berdawe
hoşim be wêney kezît biławe
gyane yekcarî becêt dehêłim
ta heta be dway řazit da wêłim
demirim çawekem xem mexo to xoş
xemî le min zyad cê mawin bo toş