legeł xulanewey çerxî zemane

From the Book:
Şîr û Helwêst
By:
Mala Ali (1953-1979)
 1 minutes  1045 views
legeł xulanewey çerxî zemane
bû be agir lîm herçî hemane
nawêrim nizîk hîç kamyan kewm
lêm ḧeram buwe xorak û xewm
sałan be temay xoşî jyan bûm
behîway xoşî gel hawřê yan bûm
temam bû katê derçim le zanko
le kurdistanda bikem hatuço
biçme dîdenî şar û dêhatî
şadbim be şadî gişt hawwiłatî
temam bû bawik û bira û xizmanim
erkî hemûyan bixeme ser şanim
çakey řenicderan zoryan demewe
derdî hejaryan le bîr bermewe
byan kem be xawen mał û xoşḧałî
nebînin çî tir řût û řecałî
bibme xizmetkar ta mirdin boyan
erkê berme ser lecyatî boyan
wam dehate bîr sałê le sałan
guzeranî mał çakem wek małan
ewey pena bê bo minî derbeder
take małekey biray bîrubaweř
pêm waye demirim dwa dîdenîme
becê demênê herçî ke nîme
řojêk dê asoy řojhełatî sûr
řûnaktir debê û nizîk debê dûr