dezgîranim

From the Book:
Şîr û Helwêst
By:
Mala Ali (1953-1979)
 2 minutes  1494 views
dezgîranî becêmawî jwanî çołim
beneşterî
bîrî na’azadim kêwî
bêstunit bo heł dekołim
dezgîranî wek xom bedbext û kiłołim
le defterî
dîwanî dêwaney şemî em serdeme
her çît bo binûsrê keme
boye têşûy hemû temen
bo melî xoşxiwanî çemen
leber to ebestime kołim
dezgîranî perî xewnî şewan řazawey ser qołim
dił jan eka
çûn arezûy carêkî tirî jwan eka,
çaw ebînê, gwê ebîstê û lût bon eka
hest û hoşim
dîsan daway gêřanewey şirîtî ’umrî kon eka
ewey le naxma ebziwê
nanusrê be destî kołim
emewê be wuşey řengîn
wişey wirşedarî sengîn
řazawe û piř watay betîn
yek dû dêř şî’irit bo danêm
xem û tirsî,
jûrî sêdare wela nêm
řûy xeyałim bikeme to
bême giftugo xo be xo
biłêm de swêndim bo bixo
ke hêlaney diłî keylit
be tenya her minî têdam
bo nazanî ?!
çend le dway ew swênde geřam
bełam şermî çawî nerimit
neyhêşt tê bigem le hestî
derûnî be kuł û gerimit
nedirka ew řaze lelam
neyhêşt bew řaze zaxawê bew
diłî koylem bidemewe
hêndey le to pařamewe...
net wut bu her
girêy şermim bikemewe
net wut ta ser
beser neba şewgaranî be xemewe
min dêwanem
to ew şemey
ke koyley peywendî bawî em serdemey
min dîlî to
to gîrodey destî minî
min serbestim
to jêr destey û şerminî
ewendî azar eçêjî
ewendey esrîn eřêjî
ewendey azarit noşî
minit bê beş kird le xoşî
to leber azarî şerim
min leber ewînî germ
to leber dab û nerîtî kurdewarî
min leber zîndanî teng û çwar dîwarî
xwên deçořê le cigerm
min mał’awa le to û lexem
bełam biřwat hebê biřwa !!!
ewînit ber nadem tahem
minîş boye lawanewem legeł toye
řaz û nyazim xo be xoye
peymanîş naşkênim ta hem
ta ewînim
řomanêk dênête berhem