kurdistanekem

From the Book:
Şîr û Helwêst
By:
Mala Ali (1953-1979)
 1 minutes  1063 views
kurdistanekem, kurdistanekem
bûkî yek şewe û dezgîranekem
řût wekû kezî û pirçî ałoze
be çingî xebat ba bot şanekem
***
wêrdî ziman û qîblegay minî
cwantir le nîgay kîjî şerminî
ewey cêy daxe lêt bê beş ebim
nabînim biłên şika dujminî
***
naşbînim ke kurd wekû mîlletan
ałay serbestî hełka le cîhan
nakokî nêwan çînan nemênê
wek yekî lê bê ladê û şaristan
***
dena diłnyam dujminî beşer
řojê dê makî le bin bête der
xoş guzeranî û zanist û cwanî
bergî bûkênîy wiłat bê ta ser
***
ey kurdistanî bê dałde û pena
nemamî jînî minîş hełkena
çaw be firmêskî jêr desteyî tom
hênde derbestî xom nayem dena
***
ey kurdistanî mełbendî kawePerson
cêy daxe nemdî ałay şekawe
bełam řojêk dê hêzî newey nwê
koşkî zordarî pê hełtekawe!