ḧałî şêwawî diłî xom bo zeman înşa ekem

ḧał şêwawî
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 1 minutes  357 views
ḧałî şêwawî diłî xom bo zeman înşa ekem
min ke bedbext û keşûfim nawî xom îcra ekem
hênde baranî beharan dête xwarê çîn be çîn
hem wekû firmêskî ’aşiq zîlletim e’da ekem
yek be şêt û yek behar û kem eqiłim pê ełê
yek diłî nadane axo xome xom řîswa ekem
şêt û har û nadan û bê ’eqił bêbeşim emma feqet
warsî mecnûne şêtem ’aşiqî eḧya ekem
ya wekû tîrêzî sûtan eḧmedPen namea ferhadîye...
’aqîbet bê encel emirim nawî xom îbqa ekem