mergî fermanber

çêxof
From the Book:
Koy Berhemî Qizilcî
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 6 minutes  813 views

şewêkî xoş, îwan dîmîtir yoyç çêrvyakof, fermanberî ’edlîye le řîzî duwemî tî’atirda danîştibû, be dûrbîne, destîyekey, kip û bêdeng temaşay nwandin «aqûsekanî kirniwêl» y dekird û le xoşîyana be xeyał be asmanda degeřa bełam kutûpiř... be řastî le çîrokekanda em witeye: «bełam kutûpiř» zor debînrê. bê’însafî ekeyn nûserekan heqyane. çunke jyan le řastîda piře le řêkewtî têbînî nekiraw... axrekey kutûpiř řûkarî çêrvyakof çirç û loç bû, çawî ałoza, pişûy lêbřa. dûrbîne destîyekey le çawî dûr xistewe... abtişê. wekû dîtit pişmî. pişmîn le hîç cêgeyek û le hîç kes qedeẍe nîye. werzêřekan, serokekanî polîs, carî wa heye karbedeste payeberzekanîş depşimin. çêrvyakofîş hîç terîq nebowe. be destesiř lûtî xoy xawên kirdewe. bełam sebaret bewe ke pyawêkî be’edeb bû řwanîye dewruberî xoy ta diłnya bê kesî sexłet nekirduwe. lêreda tûşî xecałetî hat û terîq bowe le řîzî pêşewe pîremêrdêk le berdemî ew be sebrêk be deskêşekanî sere řûtawekey û mile estûrekey xawên dekirdewe û leber xoyewe bołebołî bû. çêrvyakof pîremêrdekey nasî: sertîpî ehlî bû, nawî birîzjałof bû, le wezaretî řêwban karî dekird. le diłî xoyda gutî: piřîşkim piřjande ew pyawe. herçend serokî min nîye û, serokî kesêkî tire, bełam baş nîye, debê ’uzirxiwayî lê bikem. çêrvyakof kokî û serî birde pêşewe û be espayî be gwêy sertîpîda çipand:

-cenabî sertîp, bibûre, min be enqest piřîşkim nepřijande êwe.

-qey naka, hîç nîye.

-tuxwa bibûre. xwa dezanê nemdewîst.

-aẍa, fermû danîşe. wazbêne ba gwêman lê bê. çêrvyakof xoy zor be xecałet û şermeza zanî. bizeyekî gewcane kewte ser lêwî û dûbare destî kirdewe be temaşakirdinî şanoy tî’atreke. temaşay dekird, bełam îtir ew keyf û lezetey pêşûy nebû. zor şipirze û peşêw bû, katî pişûdan xoy geyande birîzjałof. tawêk bedewrîda hełxula, paşan ẍîretî na ber xoy û şermî na belawe û be sertîpî gut:

-cenabî sertîp, min piřîşkim piřjande êwe... bibûre... min axir...

-ax, de bîbřewe, her le bîrîşim nemawe, keçî to hêşta waz nayenî! çêrvyakof be çawêkî bedgumanîyewe řwanîye řûkarî sertîp û le diłî xoyda gutî... «dełê lebîrim nemawe, bełam nigrîsî û nařesenî le çawî debarê. tenanet fîzî nayenê qiseş bika. axir debê têy bigeyenim ke min hergîz ḧezim nedekird... eme şitêkî tebî’îye... egîna wa xeyał deka ke min wîstûme tifî lê bikem. eger êstaş wa xeyał eka, qisey têda nîye paşan emey be xeyałda dê.

çêrvyakof ke çuwewe małewe kirdewey gewcaney xoy bo jinekey gêřawe. lay wabû jinekey serserekî gwêy lê girt û be giringî nezanî. jinî çêrvyakof nextê tirsa, bełam ke têgeyşit birîzjałof serokî mêrdekey nîye diłî ḧesawe. sereřay eweş be mêrdekey gut:

-biço ’uzirxiwayî lê bike. řenge lay wabê to řêwşiwênî hełsukewt û têkełî nazanî û, natwanî le naw xełkida cêy xot bikeyewe.

-řaste, tewaw waye. ’uzirxiwayîm lêkird, bełam kirdewey ew ’ecayb bû, tenanet taqe qiseyekî ḧîsabîşî nekird. cige lewe cêgakeş bo qise kirdin nedebû.

çêrvyakof sibeynê cilubergî nîweřesmî tazey kirdeberî, serî şane kird û çuwe lay birîzjałof. le hodey çaweřwanîy sertîp, hêndê kes ke bo karî xoyan hatbûn danîştibûn. sertîp xoy xerîkî ko kirdinewey name û ’erzuḧałekan bû. dway ewe ke be şikat û daway çend kes řageyşit, çawî be çêrvyakof kewt.

fermanberî ’edlîye bew demukawêjey ke řaportî pê deden, gutî:

-cenabî sertîp eger le bîrtan bê le tî’atir min pişmîm û piřîşk peřîye êwe... bibû... re.

-em qisane çin? meger xwa xoy bizanê to çende şiřî û biřî dełêy!

çêrvyakof řengî çiřuçawî bizřika û le diłî xoyda gutî: «nayewê qise bika, wa dyare tûřeye. nexêr nedebû ewe biqewmê. êstaş nakirê herwa bimênêtewe, debê têy bigeyenim».

ke sertîp be ’erzuḧałî hemuwan řageyşit û berew hodekey xoy kewte řê, çêrvyakofîş kewte dway û nûzenûz gutî:

-min sebaret be hestî peşîmanîyeke be xomda depermûm cenabtan seẍłet kem. êwe, cenabî sertîp xotan dezanin ke min nyazêkim nebû.

-to minit kirdote gepcař!

sertîp le hodekewe derkewt. çêrvyakof le diłî xoyda gutî: êre cêgey gepugałte nîye. sertîpe, bełam nayewê têbga. êsta ke way lê hat minîş lem kabra befîz û de’yeye ’uzirxiwayî nakem, qîrusya, namey bo denûsim, bełam xom nayeme lay. xwa şayete îtir pêm nanême êre.

çêrvyakof bedem em bîr û xayałanewe geřawe małewe. ewendey hewłî da neytiwanî ew nameye řêkxat kewa deyewîst bo sertîpî binûsê. axrekey naçar bû xoy biçêtewe lay sertîp. ke sertîp be çawî pirsyarewe řuwanîye bîçmî çêrvyakof, çêrvyakof be nûzenûzewe gutî:

-min dwênê hatim cenabtanim sexłet kird, bełam be pêçewaney ewey fermûtan be hîç kilocê nyazî gałte û pêkenînim nebû. min ’uzirxiwayî ewem kird ke pişmîm û piřîşkim piřjande êwe.

be hîç corê nyazî pêkenîn be xeyałimda nehat. min çon dewêrim pêbkenim? eger way lê bê êmemanan pêbkenîn, îtir řêz û ḧurmetî pyawî gewre çon demênê?

sertîp ke le tûřeyîyan řeşuşîn hełgeřabû, delerzî, gutî:

biřo, laço leber çawim!

çêrvyakof be dengêkî zor nizim û tirs û lerzewe pirsî:

-çitan fermû?

-sertîp ke be carê le din derçûbû, zirim laqî le zewî kuta û dûbare neřandî:

-biřo, laço leber çawim!

çêrvyakof cerg û henawî dakewt, gwêy zirîngawe, çawî kewte řeşkewpêşke. paşewpaş bo lay dergake kişawe û xoy geyande cade. be leqeleq berew mał kewteřê. ke geyşte małewe bê’ewey ciluberge nîweřesmîyekey dakenê, leser qerewêłekey pałkewt û... mird