pencereyek berew řoj’awa

nûsînî: ’ezîz nesîn
From the Book:
Koy Berhemî Qizilcî
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 7 minutes  763 views

debê bo toş řêkewtibê le ahengêkî řesmî ya kobûneweyekî hełbijardinda gwêt le witar û axawtinî yekê le gewre û meznekan bûbê? hêndê lemane ewende baş dedwên ke însan serî suř demênê û, beẍîlî be hêz û twanay axawtinyan deba, bełam eger toş serit le teqeł û terîb derçê, lem core kataneda zor zû têdegey ke axêwer û witarder em qise nerim û şil û cwan û piř û kakił û manayane le xoyewe nałê, witar û axawtiney ew le pêşda çend kes be wirdî amadeyan kirduwe, çend carîş řêkupêk kirawe û, axêwir dway çend ḧewtû ḧewł dan û ziman řahênan, wişe be wişe leberî kirduwe. eger awa nebwaye axawtinekanî ewan şitêkî bêmanay lê derdeçû. leber emeye ke em řojaneş zorbey syasetgêř û serleqênekan le seferekan û serdanekanî xoyanda yek dû kesî xwêndewar û zana legeł xoyan deben...

sereřay emeş carî wa heye şitî xefetawî û gepcař lem ahenganeda řûdeda. bîst sał lemewpêş, hewełîn car em çareřeşîye tûşî xom hat. lew řojewe ta êsta xom be hawbeş le tawanî kujranî axêwerêkî bestezmanda dezanim ke axawtinekey ewm amade kirdibû. ewsa ême le şarî biçûkî «taşra» dejyayn, min şagirdî qutabxaney nawencî bûm û behrey nûserayetîm hebû. serutarekanî řojname biçûkekey şarekemanim denûsî. le cêgay biçûk xełk xêra yektir denasin û hemuwan le małî yektir agadarin. minîş xêra be nawî nûserî baş le hemû cêgayek nasram. deçûme her kwêyek tarîfî qełem û lêzanî minyan dekird. lew kateda kêşanî řêgey asin be xêrayî berew pêş deçû, bem zuwane řêgey asin degeyşte şarekey êmeş... leber eme tewawî xełk, jin û pyaw, wird û dirişt, basî em kare be kełkey dewłetyan dekird. minîş lem bareyewe serutarêkî qaymim nûsî ke dengêkî ’ecaybî dawe û hemuwan be aferînewe deyanřiwanîye min. řojêk serokî encumenî şar ke pyawêkî sengîn û mend û leserxo bû, nizîkey şest sał le temenî řadebird, minî bang kirde dayrekey xoy. řastekey eweye min lem bang kirdine serim suřma, hîç bone û pêwendîyek le nêwan min û ewda nebû, aẍay serokî encumenî şar lawanî wekû êmey be însan nedejmard! bełam beher cor be dengîyewe çûm.. katê çûme hodekey aẍay serok, lew řêze zorey le minî girt û le tenîşt xoyewe daynam pitir serim suřma û peşêw bûm. axrekey serî qisey damezrand û derkewt min debê axawtinêk ke qerar waye ewan le ahengî geyştinî hewełîn qetar bo şarekeman bîfermûn amadekem. aẍay serok heřeşey lêkirdim lem bareyewe lay hîç kes qise nedirkênim. bełênîşî dabê řêgam bo naw kořî gewrekan bikatewe û hoy pêgeyştin û pêşkewtinim řêkxa...

-zor başe, kwêr le xwa çî dexwazê? dû çawî saẍ bo minîş derfet leme baştir hełnedekewt, bełam legeł kemutałayî û serdernekirdin le řê û şwênî pêwîst û baw, em kare bo min ke ta ew řoje le şarekey xoman dernekewtibûm û tenanet biçmî qetarîşim nedîbû, le řadebeder qurs û giran bû. be her meynetêk bû witarêkî cwan û betînî wam amade kird ke şayanî aẍay serokî encumenî şar bê.

ew řojey heweł qetar degeyşte şarekeman cêjnêkî gewreyan girt, tewawî xełkî şaryan le meydanî wêstige ko kirdewe ta em maşîne gewreyey hoy pêşkewtinî em sen’et û bazirganye le nizîkewe bibînin. min em ahengem le hemuwan pê xoştir bû, řoj we pele kewtibûm ta witarekey xom le demî aẍawe bibîstim. le pêşda «ḧakim» û serokî şarewanî, her kamêkyan witarêkî kurtî gut. paşan norey aẍay serokî encumen hat, be sengîn û řaşkawîyekî taybetîyewe çuwe pişt «tirîbon» eke û zor be řêkupêkî û bizawtinî serudestewe, nûsrawekey minî ke leber kirdibû xwêndewe: hawnîştimanekan! emřo be geyştinî heweł qetar bo şarekeman pencereyek berew řoj’awa dekirêtewe. min baş dezanim ke êwe çende arezûy kirdinewey em řêgeyetan heye! heqtane, em cêjin û şadîye gewreye û em soz û tamezroyyey êwe xořayî nîye. kiranewey em řêgeye darayî û řêz û maqûłî bo êwe pêkdênê. debê qedrî em gencîne xwadawe bizanin. eger em řêgeyey kirawetewe baş biparêzin û çawedêrî biken bem zuwane debne xawenî hemû şitêk. dyare kirdinewey em řêgaye zor dijwar bû, bełam êsta ewa le sayey xwawe û, be yarmetî pyawanî aza û dilêr em kare kirawe! le bîrtan neçê em řêgeye bo sûdî giştîye û hemuwan debê kełkî lê wergirin. nabê kemterxemî biken û xirapî ken. be taybetî le katî swar bûn û dabezînda wirya bin pîs û çepełî neken. hîwadarim bem zuwane hemûtan lem řêgeyewe sefer biken ta bizanin çende xoşe û çi lezetêkî heye. dengî çepłe lêdan û derbiřînî şadî û xoşî xełkeke, ke be pele çaweřwanî geyştinî qetar bûn, witarî aẍay serokî biřî û řayan kird bo lay wagonekan. mangêk dway ewe dayrey řêgey asin bo ewey xełk han bida bo ewey be qetar sefer biken û kała û şitumekî xoyan bênin û berin, karêkî şayanî serincî kird. xercî zemawendî yekê le pałewane xoşewîstekanî wiłatî daw, bûk û zaway bo řabwardinî hengiwîne mang, be qetar narde şarekey ême. bûkeke be řastî cwan bû. zawaş ke yekêk le pałewanekanî mist weşên bû lew nedemayewe. ew bûk û zawaye ke beyanî xoş û bextewerîyan bo xełkî şareke hênabû, zor be řêzewe birane hołe gewrekey wêstigeke.

wekû bawe, dawa le serokî encumenî şar kira ke le witarêkî kurtida bexêrhatnyan bika. aẍay serok daway lêburdinî kird, bełam xełkeke wa têgeyştin leber eme ke pyawêkî beřêz û be edebe wa dełê, pitir şêlgîr bûn û naçaryan kird witar bida. aẍay serok be naçarî qubûłî kird. bełam leber ewe ke witarî amade kirawî nebû îşarey bo lay bûk û zawa kird û witarekey kiranewey řêgay asnî ke leberbû, ser le nwê destî pêkirdibû: hawnîştimanekan! be geyştinî qetar bo şarekeman pencereyek berew řoja’awa kirawe. min baş dezanim êwe çende arezûy kiranewey em řêgeyetan heye. qaqay pêkenîn lemla û lewlawe berz buwewe, zawa ke le tûřeyyan sûrhełgeřabû, be peşêwî şanî hełdetekand, aẍay serok bê ewey serincî wez’î kořeke bida îşarey bo bûkeke kird û leserî řoyşit:

debê qedrî em gencîne xwadawe bizanin, eger em řêgeyey ke kirawetewe baş bîparêzin û çawedêrî biken bem zuwane ebne xawenî hemû şitêk.

dyare kirdinewey em řêgaye zor dijwar bû, bełam êsta ewa le sayey xwarewe û be yarmetî pyawanî azad û dilêr em kare kirawe. le bîrtan neçê em řêgaye bo sûdî giştîye û hemuwan debê kełkî lêwergirin!.

paşan îşarey bo zawa kird:

be taybetî katî swar bûn û dabezîn wiryabin pîs û çepeł nebê!.

dengî pêkenîn û řexney xełkeke le hemû layekewe berz bowe, mistêkî qurs û qaym ke zawa le demî aẍay serokî encumenî da, cige lewe ke pekî witarekey ewî xist, henaseşî lew pîremêrd bêçareye biřî. min her bew qertare řamkird bo estemboł, lêre bîstim ke le pirse û serexoşîy ew řeḧmetyeda, hêndêkyan be şwên minda geřawin ta witarêkî germ û guř bo řêz girtin le řeḧmetîye ke amadekem.