le barey hêndê le nihênîyekanî řêzmanî kurdî

From the Book:
Koy Berhemî Qizilcî
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 26 minutes  1796 views

mamosta mes’ûd muḧemmedPerson endamî karay kořî zanyarî kurd û, demřastî lêjney ziman û zanistekanî, kitêbêkî be nawî çend ḧeşargeyekî řêzmanî kurdî biław kirdotewe, lem kitêbeda gelê mebestî wirdî hênawete gořê. le hêndêkyan be dirêjey dwawe, le hêndêkîşyan be dûdłîyewe qisey kirduwe bo hêndêkî dîkeşyan tenya îşaretî kirduwe. be kurtî, dyare wîstûyetî ew mebestane bixate pirs û řa û lêkołînewe, nek herwa řastewxo xoy dasepênê. emeş řewişt û kirdeweyekî zor baş û pesende. lem witareda demewê le çend mebest, le mebestekanî ew kitêbe bidwêm û binc û binawanekanyan pîşan bidem. hîwadarim «kořî zanyarî kurd» le çapemenî xoyda bîxate berçawî lêzanan ta be çeşnî pêwîst basyan leser bikirê û netîcey diłxiwaz deskewê, mebestekan emanen:

nawgir

«t» le kotayî hêndê fî’lida.

paşgirî «re», «we», «anê».

paşgirî «k», «a».

hatnî «řanawî likaw» le pêş fî’lewe le şêwey kirmancî serûda.

1. nawgir

«behar» le basî cyawazî nêwan zimanî «pehlewî» û zimanî «derî» konda denûsê: «hêndê car fî’lêkî tênepeřyan be hoy hênanî elfêkewe dekirde têpeř wek le «birgişt, birgaşt- yanî gêřanewe», le «nişist, nişast- yanî danîşandin», le «gizişt, gizaşt û gizard- yanî têpeřandin» da û hî tiryan dirust dekird» . «hêndê carîş le fî’lêk dû têpeř «mute’edî» yan dirust dekird: yekyan «’amPersian» û yekyan «xasPersian». wek le fî’lî «birgiştinPersian» ke têpeře ’amekey «birgirdanîdinPersian» e. bo têpeřî «xasPersian» yiş elfêkyan lê zyad dekird û debuwe «birgaştin». emeyan nemawe» . mamosta mes’ûd le basî nawgirda başî bo çuwe. wekû lew qisaney serewe derdekewê řîşey em kare zor kone û řenge bigeřêtewe bo lay serdemî sasanîyekan ke zimanî «derî» zimanî derbarî ewan buwe. le zimanî kurdîşda hênanî em elfe le hêndê fî’lida buwe û êstaş mawe. bełam ememan lê řûn nîye ke em dû zimane, hênanî em elfeyan le zimanekanî «pirsiwî- şimalî û cinubî» wergirtuwe, ya le zimanî kurdîda le řojgaranî zor konewe her buwe, ya le zimanî «derî» yewe kewtote naw zimanekeman. min xom lam waye em «nawgire» le zimanî «derî» wernegîrawe û, le řojgarî zor konewe le zimanî kurîda hebuwe. çunke ew fî’laney zimanekeman ke em nawgireyan têdaye xawenî şikłî taybetî kurdî xoyanin. beher cor, hênanî em elfe le hêndê fî’lî kurdîda wekû gutman řîşeyekî mêjûyî konî heye û wa dyare giştî tirîşe lewey ke le zimanî «derî» da buwe û kem ta kurtêkîş mawetewe. ewa lêreda çend fî’il be nimûne dehênêtewe wek:

1. son: sum, sut, swî, suman, sutan, suyan. elfêk hatote nêwan «s» û «û» bote:

sawên: sawîm, sawît, sawî, sawîman, sawîtan

desawim, desawî, desawê, desawên, desawin.

«mewlewî dełê biłêsem wesay gerdûn ser sawa».

2. con: cum, cut, cwî, cuman, cutan, cuyan, elfêk hatote nêwan «c» û «û» bote: cawîn.

cawîm: cawît, cawî, cawîman, cawîtan.

decawim, decawî, decawîn, decawin.

3. bûrdin be «manay bexşîn û wazlêhênan»: burdim, burdî, burdîn, burdin. elfêk hatote nêwan «û» û «r» bote: řabwardin:

bwardim, bwardit, bwardî, bwardiman, bwarditan, bwardyan.

debwêrim, debwêrî, debwêrê, debwêrîn, debwêrin.

em fî’le pêşgirî corbecorî pêş dekewê û manakey degořê.

«řa» dekewête pêşî û manakey debête wext û kat beserbirdin: řam bward, řat bward, řay bward.. ta dwayî.

pêşgirî «heł» y dekewête pêş û manay «astisna’» û cyakirdinewe dedat:

hełm bward, hełt bward, hełî bward.. ta dwayî.

«bwar» nawî cêgaye, esłekey «bward» buwe, dalekey qirtawe, yanî cêgay peřînewe.

4. engotin be manay «pêkiran, pêkyan, engêwran»: engutim, engutî, engut.. ta dwayî. elfêk hatote nêwan «g» û «û» bote: engawtin:

engawtim, engawtit, engawtî, engawtiman, engawtyan, engawtitan.

de’engêwim, de’engêwî, de’engêwê, de’engêwîn, de’engêwin.

em fî’le eger pêşgirî «heł» y pêşkewê elf zyad nakirê.

«engêwe» sifetî fa’île, ew kesey baş depêkê.

5. şirdin- elfêk hatote nêwan «ş» û «r» bote «şardin», paşgirî «we» y dwakewtuwe bote «şardinewe»:

şardimewe, şarditewe, şardyewe, şardimanewe, şardyanewe, şarditanewe.

deşarmewe, deşaryewe, deşarêtewe, deşarînewe, deşarnewe.

le hêndê lehceda elfeke debête ê: deşêrmewe, deşêryewe.. ta dwayî.

«şaranewe» misdirî «alimbinî lilimcihulArabic» e: şaramewe, şaraytewe.. ta dwayî.

«şirit» le «şirit û girim» da lem řîşeyeye. esłekey «şird- mesderî «mirxّemArabic» e. dal bote tê.

bo nimûney «şardinewe»: mewlewî dełê: «ta felek mewday ney to şardewe».

6. pestin- esłekey «pestotin» e. elfêk hatote nêwan «t» û «û» buwe be pestawtin:

pestawtim, pestawtit, pestawtî, pestawtiman, pestawtyan, pestawtitan.

depestêwim, depestêwî, depestêwê, depestêwîn, depestêwin.

le pesta: «bê pisanewe». pestakirdin «mitrakim kirdin». pestawte «adxar».

7. jimirdin «be farsî: şimirdin. ewanîş hêndê sîẍey lê serf deken, be taybetî le mizari’da». elfêk hatote nêwan «m» û «r» bote jimardin.

jimardim, jimarit, jimardî, jimardiman, jimarditan, jimardyan

dejmêrim, dejmêrî, dejmêrê, dejmêrîn, dejmêrin

jimare, jimarde, ejmare, ejmarde, hemûyan lem řîşeyen.

8. bijirdin- elfêk hatote nêwan «ji» û «r» bote bijardin:

bijardim, bijardit, bijardî, bijardiman, bijartan, bijardyan

debjêrim, debjêrî, debjêrê, debjêrîn, debjêrin

bijardin, pêşgirî «heł» y pêş dekewê debête «hełbijardin» be manay «antixab».

jimardin û bijardin, paşgirî «we» yan dwa dekewê debne «jimardinewe» û «bijardinewe» be manay «cibranî xisarit». «bijar» yiş lem řîşeyeye, esłekey «bijard» e, dalekey qirtawe.

misdirî «jimirdin» û «bijirdin» be bê zyadkirdinî elf, wabzanim le kar kewtuwe.

9. bizotin «be manay ḧereket»: bizotim, bizotî, bizot.. ta dwayî. elfêk dête nêwan «z» û «û» debête bizawtin:

bizawtim, bizwatit, bizawtî, bizawtiman, bizawtitan, bizawtyan

debzêwim, debzêwî, debzêwê, debzêwîn, debzêwin.

bizêw- wek «serbizêw- dest bizêw», bizêwî- wek «serbizêwî- dest bizêwî», bizêwke «be hêndê goranî herze dełên- bin bizêwke», bizwên «miḧirk»- hemûyan lem řîşeyen. bizut «ew darey le kwanuda nextêkî sûtawe» lem řîşeye nîye. ew esłekey «bisut» e, «s» bote «z».

10. nirdin ya nirtin- le nirdin wabzanim tenya «nirdo» mawe. be hêndê nan dełên ke deypêçnewe û bo دەشتەۆانی denêrin. ya kesêk deřwa bo layek û legeł xoy deyba: «nirdoyek nan, dû nirdo nan». bełam «alimbinî alimcihulArabic» y mawe: nirawmete ser kar, denrême ser kar. mesderekey «niran» e. le «nirtin» yiş ke dal bote tê wa bizanim tenya «nirit» mawe ke legeł «nwê» bekar ehênrê. wek: «nirit û nwê».

«nirdin»- elfêk hatote nêwan «n» û «r»- bote nardin:

nardim, nardit, nardî, nardiman, narditan, nardyan

denêrim, denêrî, denêrê, denêrîn, denêrin.

le hêndê lehceda fî’lî «nardin» pêşgirî «e» y pêş dekewê û «» debête «h» paşan away lê dê:

henardim, henardit, henardî.. ta dwayî.

11. qełiştin- elfêk dête nêwan «ł» û «ş» debête qiłaştin:

qiłaştim, qiłaştit, qiłaştî, qiłaştiman, qiłaştitan, qiłaştyan, deqłîşim, deqłîşî, deqłîşê, deqłîşîn, deqłîşin.

12. nişt «hate cem kanîkî řonişt û nanê xwe xwer..» «komełe têksitî folkilorî kurdî». pirofîsor kenatî kurdo, lapeře «96» elfêk hatote nêwan «n» û «ş» bote naşt:

naştim, naştit, naştî, naştiman, naştitan, naştyan

denêjim, denêjî, denêjê, denêjîn, denêjin.

13. sipirdin- em fî’le wekû «behar» dełê esłekey «aw sipirdin» e û «pirsiwî- pehlewî» xalse. le «aw- bemana leser- ’ilî» û «sipirdin» dirust kirawe. farsekan kirdûyanete «aspirdinPersian». le kurdîda elfêk le nêwan «p» û «r» da zyad kirawe bote «espardin». «sipardin» yiş degutrê: esparim, espardit, espardî, espardiman, esparditan, espardyan.

despêrim, despêrî, despêrê, despêrîn, despêrin

- «mibnî lilimcihulArabic» ekey «sipêran» e: sipêray, sipêra.. ta dwayî.

- pêşgirî «řa» yan dekewête pêş û debne «řaspardin» û «řaspêran». be mana «sifarşPersian» y farsî ya «tusîhArabic» y ’eřebî:

řam sipard, řat sipard.. ta dwayî

řaspêrim, řaspêrî.. ta dwayî

- carî wa heye «p» dekewête pêş «s» û debête «pesardin». lem kateda tenya legeł «heł» be kardê û manakeşî degořê û debête dijî mana pêşwekey:

hełm pesard, hełt pesard, hełî pesard.. ta dwayî.

14. xwerin. «ewê xwerin têr nedda zařwa..», «komełe têksitî folkilorî kurdî», piřofîsor kurdo lapeřey «132» esłekey «xurdin» ya «xwertin» e. beşî heweł lem wişeye yanî «xwer» behar dełê zor kone û le řojgarî konda taqe pîtêk buwe, paşan be dû pît nûsrawe, şikłî pehlewîyekey «xu» buwe, wekû: «xurd» û «xwetay». deşłê: çend sedeye «telefuz» y ewe lebîr çotewe û tenya kurdekan be dirustî deyłên. le xwerdinda le cyatî ser «fetḧe» ke ême be «h» y denûsîn, elfêk xirawete nêwan «û» û «r» bote «xwardin»: xwardim, xwardit, xwardî, xwardiman, xwarditan, xwardyan. le «muzar’» da ke «r» eke deqirtê, elfekeşî legeł deřwa:

dexom, dexoy, dexwa, dexoyn, dexon

wabzanim ewende nimûneye, legeł binc û binawane mêjûyyekey, bese bo selmandinî bûnî «nawgir» le fî’lî kurdîda. bełam le barey çend wişe ke mamosta mes’ûd wekû nimûne bo bûnî «nawgir» hênawnî řam leser řay ew nîye û wa le hêndêkyan dedwêm:

1. birêşke: em wişeye wişeyekî konî pehlewîye. le esłida «wirîjîtik» e. farsekan kirdûyanete «biriştePersian». le kurdîda «yit» y lê fiřê dirawe bote «wirîjk». «û» kirawe be «bi», «ji» yiş kirawe be «ş» bote «birîşk». hêyekî wedwa xirawe bote «birêşke». sîẍeyek lew řîşeye le namîlkeyekî pehlewî eşkanîda be nawî «dirixt asurîkPersian» hatuwe, ke le barey kêşey nêwan darxurma û bizne.

dar be bizin dełê:

«hêzim am aturan kî tusîç birîjind» yanî: diram bo agirekanî toy pê debirjênin. emeş detwanê bełge bê bo ewe ke «y» le birêşkeda le řîşey wişeyek û lelawe nehatuwe.

2. birinc - «r» lem wişeyeda le řîşey wişeke dejmêrdirê. emîş her bew şikłe le «dirixt asurîkPersian» da hatbuwe. dar le şanazî xoyda be bizin dełê: guzam hiç az kirind kî kupind şî û birinc» yanî deng le min dirust deken ke co û birinc bikutin.

3. asewar, lam waye le «asar» y ’eřebîyewe nehatuwe. em wişeye esłekey «astewar» e. katê «t» be dway «s» da dê, «t» deqirtê û «s» qełew dekirê wekû: «êste» ke degutrê «îse». emîş le «astewar» ewe bote «asewar» û paşan «asewar». mewlewî dełê:

«saqî awerde û gird kyasîtênên»

«wirya berdên û, kirde astênên»

«astên» ew keseye ke «mixilfatPersian» û şwênewar le dway xoy becê dehêłê. «aste» mixilfat û şitî cêhêłrawe. em wişeye wabzanim zor cwane le cyatî tomarî qurs û le ziman naxoş be manay «abqa’ û tisbît û tiscîlArabic» bekar bihênrê, wek bigutrê «le mêjûda aste kirawe» ya «goranîyekî aste kirduwe».

4. xarişt, wişeyekî farsîye, esłekey «xarş» e, asmî mesdere. farsekan xoyan carî wa heye «t» le dway asmî•misderewe dehênin, yan em «t» ye le kurdîda řegełî xirawe. em wişeye û hî dîkey lem çeşne le kurdîda natwanin bibne bełgey hîç şitêk. le kurdîda le cyatî em wişeye dełên «xuro». eger mebest nexoşî pêst bê, be pêy çeşnî nexoşîyeke nawî heye wek: bîro, geřê, geřołî.

5. şebeq, her şebeqî be manay esłî xoyetî ke řûnakayî dane wek dełên: «şebeqî beyanî» ya «şebeqî dawe». katê be manay «qełeşt» bekar dehênrê, mebest eweye ke řûnakayî lêwe dyare. zemanî zû şitêkî kon konyan deçnî pêyan degut: «mam şebeqe». şewek, şewekê, şebeke, legeł şebeqe hemûyan le řîşeyekin.

6. řêje le «řêjan» ewe hatuwe. mamosta xoşî dełê: le hêndê lehcey kurdîda le cyatî «řiştin», «řêştin» dełên. eme wekû «gêře» le «gêřan» û «kêşe» le «kêşan» waye. «bêje» ş le «pêjan» e nek le «pijan». le mukiryan dełên: «xişt pêj», «tepałepêj». bew keseş ke be beş nek be kirê tepałe depêjê dełên: «lapêj».

7. araw, řenge le «ara» be manay ewe bê le gořêdaye û «aw» y têkxirabê û bûbête «ara’aw» paşan yekê le elfekan qirtabê.

8. komeł- «kom» be manay kowebûn û girdewebûne, wek dełên: «em pyawe kom botewe» yanî çemîwetewe û girdewe buwe, yan komayek xoł, ewendey girdikirawetewe. lamekeşî wekû lamî girdeł, zerdeł, řoşeł, gendeł, řuteł waye. paşgirêke bo manay «etsaf û xawendarî» bekar dehênrê.

9. dirwêne, le «dirwan» ewe hatuwe. elfekey bote «y» wek: swan û swîn, diřan û diřîn, biřan û biřîn. dirwan bote dirwên, paşan «h» y kewtote dwawe û kirdûyete îsmî mesder ya sîfetî mesderî û bote «dirwêne».

10. lamêj- le mukiryan «lamj» dełên, le cyatî «gwêremêj» yiş, «gwêremj» dełên. bełam lêreda heq be lay mamostadaye. «mijîn» elfî «nawgir» y lê zyad kirawe bote «majîn». paşan elfeke bote «y» û «maj» bote «mêj». lenawçûnî «maj» nabête hoy ewe ke «mêj» y lêwer negîrabê.

11. řemane, řenge le pêşgirî «ře» û «myane» têkxirabê û paşan «y» y myane qirtabê. «re» pêşgirêke le hêndê lehceda le pêş wişewe dê û manay «le» û «mi’îtArabic» deda wek: řegełî kewe, ředu kutuwe, řeser kewt, řebin kewt. ya le «řemya- ne» ye û «y» qirtawe, «řemya» yanî: hełatû, řoyîw cuław. mewlewî dełê: «řemyay boy barut herde û herde».

12. «t» le kotayî hêndê fî’lida:

«t» le kotayî fî’lekanî wekû: «dekat, deçêt, dexoyt, dekeyt, dekewêt» da, wek mamosta mes’ûd dełê gumanî têda nîye ke řanaw nîye. le pêş hemû şitêkda sebaret beme ke xełkêkî zor le kurdistan dełên:

«deka, deçê, dexoy, dekey, dekewê».

şitî waş natwanrê bigutrê ke em hemuwe xełke be hełe çûn. herweha emeş natwanrê bigutrê ke le şêwe axawtinekey ewanda «řanaw» nîye. em dû şêwe axawtine

herdûkyan dirustin û tenya cyawazî lehceyyan le nêwda heye. detwanîn eweş be řaşkawî biłêyn ke le lehcey duwemîşda le řojgaranî konda «t» hebuwe û be hoy «tetur» ewe swawe. çunke qanûnêkî giştîye, wişe berew kurtibûn û sûkbûn diřwa nek berew dirêjbûn û qurisbûn.

bo nimûne, «tetur» y çend wişe le ewêstayewe bo kurdî pîşan dedeyn:

ewêstayî: pehlewî: kurdî:

a’îwyangihne himyan hemane

diruc diruç diro

dixîw dihîwik dê

dise de de

mawinge mas mang

tîgir tîg tîx

tîgrî tîr tîj

aynge asin asin

demênêtewe ewe ke bizanîn binc û binawanî em «t» ye le kwêweye. «behar» dełê: core «t» y yek le ewêstada xasî kotayî wişekane . lêreda nimûneyekî hênawe û dełê çi core wişeyêk. bełam eger tenya le kotayî fî’lekanda hatbê ewa bo řûnkirdinewey mebestekey ême bese. eger le kotayî hemû wişeyekda hatbê dîsan aşkiraye ke fî’lîş weber dekewê. ema wa dyare zyatir le kotayî fî’lida hatbê. çunke lew heşt wişeyey ewêstayîda eger «h» ş be «t» y suk kirawe bijmêrîn tenya le kotayî sê wişeyanda hatuwe. şitêkî dîkeş eme pitew deka. «behar» le peřawêzî lapeřey «30» da dełê: «le zimanî konî derîda le duwem kesî koy «muzar’» da ke debê «yid» bê, le cyatyan «yit» yan dehêna, le cyatî «kinîd» û «rwîd» deyan gut «kinît» û «rwît». be her cor wa dyare le ewêsta’î û pehlewî konda, le kotayî fî’lekanda dway «a» û «y», «t» hatuwe. her emeşe ke le dwayî hêndê fî’lî kurdîda wek: «deřwat» û «deçêt» mawetewe. le zimanî derî konîşda eme carubar be gořînî «di» be «t» řeçaw kirawe. bełam le pehlewîda leber ewe ke «hîç katê le pêş «n» y misdiryewe dal nehatuwe û hemîşe «t» buwe, «t» eke xoy hatotewe, wek em dû nimûneye le «dirixt asurîk»:

1. «buj aw am nipirdit kwaz hiç tu awir tira am pit wis gung hîr». yanî bizin dête serim, be gijmida dê ke min le to le serewetirim be gelê çeşne şit.

- «nipirdit» le «nipirdîtin» ewe hatuwe, yanî be gijda çûn.

2. «dit him birit awîxtind kiziş an gifte but dirixt asurîk». yanî dû hawkêşe be yekda hełbirjan katê «dirixt asurîk» ewey gutbû.

- «but» le «butin» ewe hatuwe, yanî bû.

3. paşgirî «re», we «anê».

1. pêşgirî «re» wekû le serewe baskira be manay «le» ye. her wekû debête pêşgir deşbête paşgir û le dway fî’lî «ferman- amir» ewe dê. lem kateda manakey degořê û bo «te’kîd» e, wek: «bîłêrewe, qerzekem biderewe, dergakem lê bikerewe, bîfroşerewe». em pêşgirî «re» ye, ne le pehlewîda heye û, ne le derîda. le pehlewîda «ray» heye be manay «bo». eme le erdełan mawe û degutrê, le derîşda «ra» heye ke nîşaney «mef’ul le- we mif’ulî be wasîte» ye û be degmen bo «te’kîd» yiş dê. «re» wekû pêşgir û paşgir wa dyare le řojgarî gelê konewe le zimanî kurdîda heye.

2. paşgirî «we» le fî’lekanî wek biçorewe, biłêrewe, bimderewe, bikerewe û hî dîkeda bo çendipate kirdineweye. eme le pehlewîda be şikłî «wa» heye û pêşgire û «edatî a’adeye» wek: «waguye» û «wagîr» û «warsî». manayekî dîkeşî heye ke «apaç- baz» e û «nifî mi’ît» degeyenê wek: «mihir az ma wa migîr». hêndê carîş le cyatî «wa», «fa», hatuwe. le kurdîşda «we» debête pêşgir wek:

«weke, wexo, wenuse».

le kirmancî seruşda be şikłî «ve» hatuwe. gutman «we» y paşgir bo «a’ade» û dûpatkirdineweye, lêreda pêwîste zor be wirdî serinc bidrê. çunke bew kabraye ke dełêy: «ew kitêbe binûserewe, yan qerzekem biderewe, yan ew gayey kiřîwte ke cut naka bîfroşerewe». kabra lewe pêş kitêbekey nenûsîwe, qerzekey nedawetewe û gakey nefroştuwe û be řwałet wa dyare «a’ade» û dûpatekirdineweyan têda nebê, wek le: bîłêrewe û, biçoreweda heye. bełam ke lêy wird debyewe mebesteke berfirawane. řûy fermaneke le «a’ade» û dûpatekirdinewey fî’lekeye, ca her ew kara û «fa’il» ew kirdibêtî wek le: bîłêrewe û biçoreweda, ya fî’lêkî tir wek le: binûserewe û biderewe û bifroşerewey nimûnekanî sereweda. tenanet berkar «mif’ul» ekanîş yek bin wek kitêb û werz û ga le nimûne pîşan dirawekanda yan yek nebin wek kesêk be kabrayek dełê: «em kawřem bo bikujerewe». ne kabra lewepêş ew kawřey kuştuwe, ne kawřekeş lewepêş kujrawe. bełam fî’lî kuştin lewepêş bedest fa’îlî tir lemeř mif’ulî tir kirawe. paşgirî «we» le fî’lî «bixorewe» da cige le mebestî «a’ade» bo cyawazî nêwan «akilArabic» û «şirbArabic» e.

3. paşgirî «anê» ke le hêndê fî’lî wek: «deçmewanê, deçînewanê» û hî dîkeda ke le silêmanîLocation û baneLocation û serdeştLocation û merîwanLocation deyłên, binc û binawanêkî ta řadeyek dûrî heye. «behar» denûsê: («kirditanî» û «kirdimanî» û «kirdişanî» sîẍey zor konî zimanî derîn ke le cyatî heweł kes û duwem kes û sêyem kesî koy řabirdû «cim’ mazî» ke debû «kirdîmî», «kirdîtî» û «kirdindî» biłên- «kirdimanî» û «kirditanî» û «kirdişanî» yan degut). le «deçmewanê» û «deçîtewanê» da eme peyda buwe. bełam ferqyan tenya eweye le kurdîda paşgirî «we»- ke le farsîda nîye- kewtote nêwan «m» û «t» we û bote: (deçme «we» anê deçêt «we» nê). lêreda pêwîste eweş biłêyn tenya bûnî «anê» le dû zimanî kurdî û derîda natwanê bibête bełgey ewe ke zimanî kurdî le zimanî derî wergirtuwe. bo îspatî ewe bełgey pitewtir pêwîste. şitî dîkey wek emeş herwaye. hełdegrê herdû zimanî kurdî û derî, «anê» û şitî dîkey wek eweyan řastewxo le zimanan û le lehcekanî pêşûtir wergirtibê. řûnkirdinewey em core şitane lêkołînewey herawtir û qûłtirî dewê.

4. paşgirî «k», «a»:

5. mamosta mes’ûd zor başî bo çuwe ke dełê:«k» paşgire. em meseleye le zimane êranîye konekanda řîşeyekî qułî heye. le zimanî pehlewîda, le kotayî hêndê wişey «misẍir û na misẍir» da ke emřo «hayekî ẍeyre melfuz» debînrê kafêk le nêwan ’eřebî û farsîda hebuwe. wek «bindik», «distik» ke bote: «binde» û «diste» û carubar ew kafe mawetewe, wek: «mirdik» û «kodik». le zimanî kurdîda paşgirî k heye, meydanîşî zor firawane û bo gelê mebest dê:

1. bo «tisẍîr» û biçukkirdinewe, wek: dar- dark «darketotin».

lan- lank «bêşke». qoł- qołk. diř- diřk. şoł û toł- şułk û tułk.

2. bo «’ihd û ti’rîfArabic» wek: mîwanekem beřê kird, şitekem daye, małî çuwe xanuwekewe.

3. bo «atsaf û xawenayetî» wek: şil- şilk. teř- teřk. řux- řuxek. ser- selk, serek. bin- bink. law- lawik. řew- řewek.

4. bo «alet û ho» wek: zerd- zertik «hoy zerdikirdin» be «gêno» dełên ke gyayeke benî pê řeng deken. «kut- kutek» «hoy kutan».

5. bo mîhrebanî, wek: jin- jineke. pyaw- pyaweke. kuř- kuřeke. kiç- kiçeke.

6. bo dyarîkirdinî kat û ziman, wek: beyan- beyanekî. şew- şewekî.

7. bo dyarîkirdinî law «cihe» wek: la- lawekê. řast- řastekî. çep- çepekî.

8. bo dyarîkirdinî «miḧil» û cêga, wek naw, nêw- nawik, nêwik. xilîs- xilîsk.

9. bo dyarîkirdinî «ḧałet»: wek: bizir- biziřk. damird- damirk. ałoz- ałozk, ałosk. hełtiruş- hełtiruşk.

hî dîke û bo mebestî dîkeş wek: milwank, berwank, řank, cilk, ban bank, awmałk «ew pil û puşey aw řaydemałê û deyhênê», şortik «le mukiryan be cêy xoşordin dełên: lork, nêrk û nêrtik». girtik «parçe êskî be goştewe».

her bew core ke le hêndê wişey wek: nexiş, řeng, řexis û hî dîke fî’il dirust dekirê û dełên: řengandume, deyřengênim, nexşandume, deynexşênim, řexsa, deřexsê, le hêndê lemaneş fî’il dirust dekirê, wek:

le xilîsk- xilîskam, xilîskay, xilîska

lebziřk- bizřikam, bizřikay, bizřika

le hełtiruşk- hełtiruşkam, hełtiruşkay, hełtiruşka.

hî dîkeş û le hemû emaneda «k» paşgire û «a» wekû «a» y xura, kira, bira.. paşmawey «an» y mesderîye, dway qirtanî «n» eke.

5. hatnî řanawî likaw le pêş fî’lewe le şêwey kirmancî seruda. mamosta mes’ûd dełê: «basî nawgir wekû hemû basêkî dîkey řêzmanî kurdî le şêwe axawtinî êstakeman serhełdedat, nek le binc û binawan û serçawey çend sed û çend hezar sał lemewpêş. girîman be twêjîneweyekî mêjûyî û wird û quł boman derkewt fiłane paşgir û pêşgir û nawgir le konda nebûn ya corêkî tir bûn, ême her debê wek êstayan seyr bikeyn û byannirxênîn». qiseyekî dirust û řewaye û gumanî têda nîye ke ême debê her wek êsta biřwanîne zimanekeman û taybetyekanî binirxênîn û benawî ewewe ke fiłane şit le fiłane katda hebuwe û êsta nemawe natwanîn û naşbê beser zimanekemanîda bisepênîn. herweha ew şiteş ke êsta heye û le zemanî konda nebuwe û natwanîn û nabê be nawî ewewe ke ewsa nebuwe le zimanekemanî derhawêjîn. bełam wekû dezanîn zimanekanî pehlewî, derî, kurdî û çend zimanî tirîş hemûyan le řegezêkin. pehlewî û derîş wekû kurdîş le çend lehcey cyawaz pêk hatûn û te’sîryan le yektirda kirduwe. zimanî kurdî leber xizmayetî legeł ewan û nizîkî lew zimanane şitî hawbeşî legeł ewan kem nîye. şitî waş le zimanî kurdîda heye serçawekey degatewe zimanî ewêstayî ya pehlewî bełam le zimanî farsî êstada nemawe. leber eme daxsitinî dergay tojînewey taybetîyekan û têksitekanî ew zimane konane, le sinûrî pêwîstida, bo dozînewey binc û binawanî meseleyêkî řêzmanî kurdî, ya çeşnî «titur» y wişe.. řewa nîye. bełam eger em tojîneweye her bo çenelêdan û fiřufîşał û xohełkêşan ya lemeř şitî lawekî û napêwîst bê, bêguman nabê gwêy bidrêtê. ca êsta ewa degeřêynewe ser esłî mebesteke. hatnî řanawî likaw le pêş fî’lewe le şêwey kirmancî seruda, wek:

wî girt, wan girt, min girt, megirt, tegirt, wegirt.

ya le şêwey kirmancî xwaruda le katî nefîda wek:

nemgirt, netgirt, nemangirt, netangirt, neyangirt, řîşeyekî quł û konî heye û le zimanî pehlewîşda hebuwe. le zimanî pehlewîda řanawî fa’lî le pêş fî’lewe hatuwe. em řanawe ya be nîşaney îzafe ya be «af» be mana wawî ’atfe, ya be wawî ’atfe, ya be řanawî îşarey «an» ewe.. likawe û le pêş fî’lewe hatuwe .

ewa dû cor lew nimûnaney behar hênawnî pîşan dedeyn:

afim- wim afman- wiman

afit- wit aftan- witan

afiş- wiş afşan- wişan

řanawî corî yekem awa serf kirawe.

afim gipit- min gutim afman gipit- êmegutman

afim gipit- ew gutî aftan gipit- êwe guttan

afit gipit- to gutit afşan gipit- ewan gutyan

řanawî corî duwem, yanî: wêm, wêt, wêş, wêman, wêtan, wêşan her be şikłî xoyan le şêwey hewramîda mawin:

wêm- werne şête wêm dił weşê diłen
gyan ce ten berşî amaş muşkiłen

«mewlewîPerson»

wêt- persa bêt çonî? wêt ẍełet kerden mer nimezanî dûrît çi derden?

«mewlewî»

wîş- henarekey dił piř ce daney êş pîşyay kurey nar ’eşq wêş

«mewlewî»

wêman- sewzey xak pak yaran ham ferd
fireman we ferş bezim wêman kerd

«mewlewî»

wêtan- şerḧ ḧał wêm mwaçu pêtan
êwe mizandê be bext wêtan

«xanay qubadîPerson»

řêşan- çunke bey destur şa bê silaḧiş
be řesim wêşan bestin nîkaḧiş

«xanay qubadî»