sereta (bo mem û zînî eḧmedî xanî, wergêřanî hejar)

From the Book:
Koy Berhemî Qizilcî
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 18 minutes  1466 views

şa’îrî nemir û benawbangî kurdpîremêrdPerson řast eka ke ełê: namirin awaney wa le diłî mîlleta ejîn. mîlletan hergîz namirin, mîlletan hergîz estîwir û wecax kwêr nabin û şwênyan kwêr nabêtewe.

kend û kosp le řêgey hemû hoz û tîre û bere û mîllet û neteweyekda buwe û eşbêt, mîlletan wirde wirde û leserxo ebûjênewe û egeşênewe û be xoda dên û pê’egen le katî teng û çełemeda, le tengane û lêqewmanda, le wextî jêrdestî û dîlî û zebûnîda, le tûş hatnî kend û kospî netewayetîda, kesanêk hełekewn ke tîşkî xoşewîstî mîllet, netewe dostî, هاûخۆێن peristî, řûnakayî cwamêrî û pyawetî û mirovayetî, ’eşq û ewînî bêşkey bawik û bapîran, xane û laney xoyan û kesukaryan, mayey jîn û jyanyan edate meẍiz û mêşkyan, bîryan řûn ekatewe, diłyan egeşênêtewe, asoy dîmengay çawyan heraw û berîn ebînin û, bedłî wirya û zîndûyan zûtir û zortir hest be êş û of û derd û nałey mîlletekeyan eken. mirovayetî û cwamêrî, wîjdan û gel peristî tîn û tawyan eda ke be peroşî wiłat û nîştimanî xoyanewe bin, xemî gelî xoyan bixon û bikewne çare serî hoz û aw û xakyan, leser wiłat û nîştimanyan bikenewe, mafî xurway neteweyan bistênnewe, xełk řaberî biken bo jyanêkî baştir û dwa řojêkî řûnaktir. aşkiraye ke pêdawîstî û her mîlletêk be pêy řojgar û nawçe û mełbend egořêt. bełam ewaney ew erkaneyan girtote estoy xoyan û le řêgay awat û arezûy mîlletekanyanda řencyan dawe û jyanî xoyan le pênaw nawe çi serkewtû bin û çi têşkabin netewekanyan řenicbexesaryan naken, hemîşe lemeř ewan emekdar ebin û le kangay diłda cêgeyan ekenewe û hemû bereyek be berey paş xoyan espêrin. pêşînyan çend cwanyan wituwe: dił agay le diłe. her wekû mîlletan le diłî ew core pyawe gewraneda ḧewawnetewe, ew pyawaneş le diłî netewekanyanda eḧsênewe, hełkewtûyî emeye û hełkewtûş emanin. hełkewtûyş wekû bawî jyan û pêdawîstî ’însan řengawřeng û cořawcore, deryay mêjû piře lem core gewherane ke heryeke le bîçmêk û her takey le řengêke. feylesufekanî yonan ke xizmetyan be zanyarî kirduwe, kirîstof kilomb ke emerîkay le gerûy awda dozîwetewe, linkoln û corc waşnigiton ke gelî emerîkayan le bêgane û dîlî řizgar kirduwe, yan şiksipêPersonr û wîktorhogoPerson û dantîPerson û puşkînPerson û maksîm gorkîPerson û çîxofPerson be nukî qełem çawî dujminî gelyan kołîwe, yan lênîn ke binawanî jyanî însanî gořîwe, yan nizîktir biłêyn sukarno û kastiro û pêşeway berz û meznî ’êraq kak ’ebdulkerîm qasimPerson ke qaymtirîn qełay îstî’marî têkşikand nimûneyekî berz û benirxî hełkewtuyîn. mîlletan hemû le binemałey însanin, hîç neteweyek le hozêkî ke gewretir nîye, řesen û nařesenî qiseyekî piřupûçe, pêşkewtûyî û dwakewtûyî sebaret be řêge û cêge û pêwendî abûrîye ke bote hoy şarezayî û dewłemendî û têgeyştin û pêgeyştin. ew mîlletaney le cêgay ferman û germên û be řêje û piř pît û bereket yan le qerax çemî gewre û leser benderan û le penay kangayanda jyawin, zûtir û zortir bûjawnetewe. emrîka ke emřo xoy besergułî cîhanî abûrî ezanêt çwar pênc çerx lemewpêş leser nexşey cîhan nawî nebuwe, yekêtî sovyet ke emřo ałay leser piştî mang hełkirduwe nîwe çerx lemewpêş le deryay çareřeşî û nezanî û dwakewtûyîda peleqajey bû. kurdîş mîlletêke le mîlletan, wekû netewekanî dîkey cîhan le binemałey însane, bih kwêrayî çawî dîktator û koneperistekanî êran û turk û komarî yekgirtûy ’eřebî řewtî mêjûyî xoy ebřê û egate wargey bûjanewe û pêgeyştin. netewey kurd herçend cêgakey- ke kurdistane- kêw û kej û sext û çiř û sardusře û pêwendî abûrî legeł dinyada kem buwe û be hoy çawçinokî îstî’marewe kut û piçiř kirawe dîsan le ziguza newestawetewe û estêwir û wecax kwêr nebuwe. baramî çubîne ke le pêş îslamda xesrewî împiřatorî êranî řawna û kirdî be małî qişeda, selaḧ aldînî eyûbîPerson ke řojhełatî le destidrêjî ewrûpa řizgar kird û kunemişkî le řîçardişêrdił y împiřatorî berîtanya kird be qeyserî, ebuḧenîfey dînewerî û îbin xelekan le mêjûzanîda û amêdî û şarezûrîy le řê û şwênî îslamda eḧmedî xanîPerson û mewlewîPerson û bêsaranîPerson le cîhanî edebda nimûney berz û benirxî hełkewtuwekanî kurdin. le nizîktir bidwêyn şêx meḧmûd ke be kwêrayî çawî îstî’mar, bangî ḧukumetî padşayî kurdî da, qazî muḧemmedPerson ke le kurdistanî bestiraw be êranewe ałay komarî kurdî hełkird û xwênî xoy kirde hewên û řiştîye xakî pakî mehabadLocationewe, mela mistefay barzanîPerson ke be binemałey berberekanêy îstî’marî ’usmanî û îngilîzyan kirduwe û xoşî berengarî îstî’marî berîtanya bû, lutî nûrî se’îd û faşîstekanî turk û êranî da le berd û bo yekemîn car be şakare sitratîjîyekey lemper û sinûrî asnînî îstî’mar û nokerekanî şikand û çuwe yekêtî sovyet, yan le cîhanî edebda pîremêrdPerson û bêkesPerson û ḧemdîPerson û kak hejarPersony xoşman her kamêkyan le babet karî xoyanewe nimûney hełkewtûyî gelî kurdin û lew řołanen wecaxî kurdyan řoşin kirdotewe. eḧmedî xanî yekêke lew hełkewtuwane ke le diłî mîlletî kurdida ejîn, lew řołe benirxaneye ke wecaxî kurdî řoşin kirdotewe, lew estêre geşaneye ke le ’asmanî edebî kurdîda hemîşe edrewşêtewe. xanî nawî eḧmede kuřî elyase, le ’êlî xanyanî wiłatî bayezîd û botane, sałî «1650» le dayk buwe û le temenî penca û heşt sałîda le bayezîd mirduwe û nêjrawe. elyasî bawkî be çend sał pêş ledaykibûnî eḧmed le bayezîd danîştuwe, bełam pêwendî legeł ’êlekey xoy her buwe, le bayezîdda gewremał bûn. eḧmedî xanî le mizgewtî «miradye»y bayezîd, le orfe û le exlat û bitlîs xwêndûyetî û serî mîsrîş dawe, zanayekî serbederewe û benawbang buwe.

***

şakarî eḧmedî xanî çîrokî mem û zîne. eger şakarî nîzamî gencewîPerson ke leyla û mecnûne pałewanî çîrokekey ’eřebin û çîrokekeş le bineřetewe ’eřebîye, eger yekê le şakarekanî tirî ke şîrîn û ferhade pałewanî çîrokekey kurdin, le çîrokî mem û zînî eḧmedî xanîda pałewanî çîrokekeş kurdin û çîrokekeş le bineřetewe kurdîye. mem û zîn řewaqî mêşk û şîley meẍiz û bîrî xanîye «ew witare şîrnane û ew bîre corawcore pakî kiçî taze bûk û řûsûre», xanî ew tełay deste û şar û ew gence benirx û bê’ejmarey le deryay bîrî hera û berînî xoy kokirdotewe û be lêzanîyekey hełkewtuwane be hewday bêhawtay hawrîşmî şê’ir xwêndûyetewe, le şar û bazařî henderanî nekřîwe û le xezêne û gencîney kesî nedzîwe, řast eka ke ełê:

em name ke xawe, yan lebare
sed řencî le řêgeda, dirawe
sawaye, minałe, şîr nemiştu
tazebere, tazepêgeyştû
mîwey mine xoşe boy nemawim
korpey mine bote çawî çawim
xişił û cil û yar û zêř û zenber
nem xwastuwe hî minin seruber

eger çîrokî memî alanîş le pêş eḧmedî xanîda gutrabêt hîç lih nirxî şakarekey xanî kem nakatewe, çunke xanî çîrokêkî xeyałî hełnebestuwe, bełku çîrokêkî řasteqîne û řûdawî be cwantirîn xişił řazandotewe û be şîrîntirîn şêwe hondûyetewe. eweta ebînîn dway çend çerx taze le bazařî edebda ew şitane pesend ekirên ke barî řasteqîney řûdaw nîşan bidat, wate xanî le serdemî xoyda û be sê çerx û nîw lemewpêş be bîrî wird û çawî tîj û diłî řûnakî çîrokî emřo pesendî gutuwe û karî emřoy kirduwe. sereřay emeş fîrdewsîPerson tûs ełêt: «řostem qaremanêk buwe le sîstan min kirdûmete řostemî dastan». aya kes heye biłê: çunke řostem le pêşa buwe şanamey fîrdewsî şakarêkî edebî nîye? yan çunke çîrokî qeys û leyla ’eřebîye û çîrokî şîrîn û ferhad kurdîye, leyla û mecnun û şîrîn û ferhadî nîzamî şakar nîn. řaste ke eḧmedî xanî çîrokêkî diłdarî nûsîwe û lemeda be pêy dab û dahatî kurdewarî bizûtotewe, çunke netewey kurd bo hemû core karêkî giring, çi şeřuşoř, çi ’eşq û diłdarî çîrokêkyan lê gêřawetewe û pitrîş wabwe ew çîrokane be şê’ir gutrawin û pêyan gutuwe: beyt wekû beytî lase şořî bałekî, nasir û mał mał, beytî dimdim, şêxî sen’an, xurşîd û xawer û beytî ewřeḧman paşay bebe û .. xanî le pesnî pałewanekanî çîrokeke û ser yekxistinewey beserhatekan û řêkupêkî karesatekan û nermunyanî wişekan û cwanî şêwe û xoşî řawêj û teřu parawî qisekanda geyandûyete ewpeřî řewanî û dadî dawe, bełam cige lemeş xanî mebestêkî giringitrî buwe û mem û zînî kirdote behane, wek xoy ełê:

derdî diłî xom bê lem witane
zîn û mem, edî çîn? behane

mebestî řastî xanî derdî dił buwe, xanî lew hełkewtuwane buwe ke zor zû hestî be êş û ofî netewekey xoy kirduwe, awat û arezûy mîlletekey xoy be gwêçkey dił bîstuwe, kut û piçřî û dîlî û keneftîy kurd û kurdewarî be wirdî serinc dawe û gileyî le bextî řeşî kurd ekat û ełê:

bedbextî serî le ême dawe
tozkałê kemayesî nemawe
axo debê řûbkate kem bûn?
yaxo her ebê be manî gerdûn?

xanî serdemî destełatdarî kurdî bîr ekewêtewe û keneftî paş serbiłindî ebînê û gileyî le řojgar ekat û ełê:

řê û şwênî wehaye çerxî gerdûn
newyayetîye le paş berz bûn

xanî wire bernada û nahumêd nabêt û tîşkî hîwa le diłî eda û arezûy mîlletî kurd der’ebřê û ełê:

to biłêy ke hełê çi zû çi dêrêk
bo ême le ’asman sitêrêk?
bextî me lexew hełsitê carêk
carêk bikewête kar û barêk

xanî be pêy řojgarî xoy dermanî derdî kurdewarî edozêtewe û daway paşayek ekat kurdistan bixatewe seryek û kurdan serberz kat û le kesasî řizgaryan ka:

bo meş ke hebaye padşayê
xwa tancêkî pê bibexşyayê
êmey le kesasî derdehêna
bêstanî hîway weber dehêna

meẍiz û mêşkî xanî lew řojgareda řemekî nebuwe, bîrî em pyawe leçaw zemanî xoy semereye, xanî bilîmetêke lew zemaneda pêwdan û řê û şwên bo ew padşaye da’enêt ke arezûy ekat bo kurdistan û ełê:

bo meş ke bibaye serbiłindêk
zorzan û bebîr û merd û řendêk

înca řû’ekate pare û dirawî ḧikumetekey û wêney padşayekey lê eda û ełê:

nexşî le dirawî meş dirabu
bê nirx û çiruk û baw nemabu
xanî le jêr destî turk û ’eceman bêzare û fermanberî bo kurdan belawe şerim û ’are û ełê eger paşayekman bibwaye:
turkan nedebûn besermeda zał

bo kund nedebûyne lane û mał?

çon bo ’eceman ebwîne jêr dest? jêrdestî şitî weha newî û pest

xanî bîr le hoy serberzî û gewreyî ekatewe û sê şit edozêtewe, yekyan dilêrî û azayî, dûhemyan merdî, sêhemyan dił’awayî û bexşendeyî:

em bukî cîhane bo kuřêke
şîrêkî bedest û şêrdiřêke
xişił û cil û şîrînî û nîşanî
bexşîne bebîr û řêgezanî
pirsîm le cîhan řeqî le berdî
nermît be çye? gutî: bemerdî

xanî ke em akarane hemûyan le kurdida ebînêt û temaşaş ekat her jêrdestin, tûře ebît û gileyî le çarenûs ekat:

dinya ke weha bexşiş û şîr
bo pyaw destemo ebêt û desgîr
kurd çon debê dîl û çareřeş bin
key řaste le xoşî durebeş bin
dest řijdî emane ḧatemêke
her gurdê lemane řostemêke

xanî le tûřeyyekey xaw ebêtewe û dêtewe serxo, serlenwê be wirdî serincî jyanî netewekey edat û hoy řastî dîlîyekeyan edozêtewe û ezanê ke ałozî û nakokî nawxoyan û ser řeqî û demarzilîyane, bełam diłî naye řêwřast bîłê û be şêweyekî hêcgar nerim û mamostayane derî ebřê:

hêndey ke be cerg û duretirsin
kemtir le beyek geyn epirsin
kes bo kesê nabê çawdeber bê
herkes deyewê zil û leser bê
lem ser řeqîye û demarî zilyan
bêgane debin swarî milyan

emcar xanî dwamîn dermanî derd û axrîn çarey dîlî û jêrdestî û hoy řizgarî û serberzî edozêtewe û ełê:

kurdîş ke bibaye yek dił û dest
destyan dekewt jyanî serbest
peyda debû baw û gewreyî û jîn
nawman der’ekird be bîr û zanîn
***

wekû le pêşewe gutman xanî em çîrokey kirdote behane bo derbiřînî derdî diłî xoy, xanî şêwey jyan û sengibayî mêşk û bîr û akarî mîr û beg û xanan û meznanî ew serdemey baş hełsenganduwe û zor çakyan têgeyştuwe, zanîwyetî ke peyda bûnî padşayek û kobûnewey destełat le dest dewłetêkda be keyfî mîr û beg û xanan nîye, tenanet naştiwanê arezuwekeşî bê perde û řastewxo derbiřêt, naçar buwe em çîroke bihonêtewe û be nawî seretawe lem babetewe bidwê, cige lemeş eyewêt meygêř řijdî nekat û pyałey bo piřka û neypisênêtewe û le pesta bîdatê ta kar bikate ser derûnî û hêzdarbika diłey zebûnî, le mîr û meznan netirsê û řazî nihênî xoy derbiřê, ca lêreda be şêweyekî berzî edîbane destî weşanduwe û be kwêxa û gizîryan naw ebat:

meygêř le desî mede helêke
wek gyanî nemir meyêkî têke
kwêxa û gizîr bełan nezanin
derkeyn kuł û xem ewîş lewanin
serxoş bibim û bexom binazim
nyazim hemû aşkira bixiwazim

xanî cige lewe ke metirsî le mîr û meznan buwe, le xwîndewaranî serdemî xoşî diłnya nebuwe, çi bika çare çîye û biłê çî? «kełeşêrêkî bêwade bixiwênê serî debiřn», gułêkî le zistanda biřwê serma eybat, çîkłidaney xełk bîrubaweřî berz û biłindî xanî hełnegirtuwe, naçar pena bexwa ebat û epařêtewe çîrokekey ekewête des lasaran û xwêndewaranîş lêy lehera neden:

xwaye mede destî pyawî lasar
ew diłberî şox û şeng û nazar
pařaneweme le xwêndewaran
bêhude nekewme lêw û zaran

xanî paş ewe ke ezanê kes gwê nadate derdî diłekey, kes qazancî xoy nanête pênawî gel, kes amade nîye hengawêk berew amance berzekey hełênêt, tak û tenya her xoyetî û xoy:

meznî meke jêr û çakenase
bom tênegeyndira çi base!

le ’asmanî berzî amanc û arezûyewe egeřêtewe bo lay xoy, erkî xoy ke edîbêke encam edat û eyewê ta boy bikirê xizmetî edeb û zimanî kurdî bika, û karêkî wa bika:

bêgane ełên ke kurd nezanin
bê nûser û honer û zemanin

çîrokî mem û zînî xanî wek gencîney piř gewahîrat waye, ekirê le zor babetewe lêy bidwêyn, bełam lem seretayeda ewende bese, xwîndewaran xoyan be wirdî serincî biden û be arezûy xoyan gewherî nayabî lê hełbijêrin. hejar nawî ’ebdulřeḧmane, kuřî ḧacî mela muḧemmede, sałî «1921» le buwe, le binemałeyekî zanay dînîye, hejar wekû carêkî tirîş le seretay dîwanekeya ke be nawî ałekok çabkira, nûsyûme bîrurdî û barîkbînî le nalî û mîlletdostî û nîştiman peristî le ḧacî qadrî koyî wergirtuwe. ḧacî mela muḧemmedî bawkî hejar herçende zanay dînî bû, çawledestîy pê naxoş bû, ney’ewîst be yarmetî em û ew bijî, xerîkî bazirganî bû, bijêwî xoy be destî xoy peyda ekird û karubarî dînîy xełkî be xořayî encam eda. kes û karyan le ladê zor bû, hêndêk zewî û zarîşyan bû, ca sebaret bemane, hejar le jyanî xełkî nawbazař û mela û feqêy mizgewt û werzêr û cutêrî ladê şarezaye, wate le henawî gelda jyawe û be êş û of û řenc û derdî gel aşnaye, giringitrîn layenî şê’rekanî hejar emeye ke be zimanî sakar û bê girê û qortî gele, jyanî gel nîşan edat, awat û arezûy gel der’ebřê, derdî gel enasê û dermanî bo edozêtewe. hejar şa’îrêkî diłdarî nîye, ’aşiqî çawî kejał û gerdinî piř xał nîye, ’aşiqî kêw û kej û benden û çya û şîw û dołî kurdistane, şeyday gelî xoşewîstî kurdane le pênawî kurd û kurdistanda gêre û kêşe û çermeserîy zor û zewend û bê’ejmarî dîwe, bełam şa’îrêkî aza û diłqayme, serî bo hîç teng û چەڵەمەێیک danenewanduwe, be hêzî bîrubaweřî xoy leberamber hemû tałî û swêrî û sard û germî řojgarda řawêstawe, hergîz le şê’rekanîda hawarî xoy nakat, hemîşe be peroşî geleweye. hejar mêşk û bîrî heraw berîne, be teng mîlletekanî tirîşewe heye, azadî bo netewey kurd û gişt netewekanî tirîş dewêt. hejar layengirî aştîye û dujminî şeř û cenge, hemîşe nukî řimî qełemî řa’edêrête çawî îstî’mar û dîktatorî û koneperistî û derebegî. herkes şê’rekanî bixiwênêtewe emaney be aşkirayî têda ebînêt. gelê şê’rî hejar be zimanî azerbaycanî û řûsî wergêřawin, serbexoyan le řojnamekanî wiłatekanî sovyet tenanet le řojname here girîngekan wekû: pirawda û azwêsîta da çap kirawin, hejar lem sefereda ke çuwe yekêtî sovyet be endamî şanazî destey nûseranî azerbaycanî sovyet dyarî kira. be kurtî hejar yekêke le řołekanî kurd ke le barî şê’ir û edebewe wecaxî kurdistanî řoşin kirdotewe. hejar le hevałetîda řast û be emege, qisexoş û dem û řawêj şîrîne, bêfîz û bê fiřufîşałe, xopesend û demar zil nîye, le babet bîçmewe ḧez ekem wêneyekî xoy legeł em seretayeda çap bikat ta xotan bîbînin û pêwîstî be gêřanewe nebê. hejar ke mem û zînî xanî le řawêjî kirmancîyewe be soranî egêřêtewe, ne wergêřan û tercemeye, ne bełgeye bo eme ke em řawêjane wek dû zimanî cyawaz wan, bełku aseware benirxekey xanî be şêwey řewan û řêkupêkî emřo û be kurdî petî jyandotewe û gyanî xanî bem komarî dîmukirasî kurd û ’eřebe û bem azadîyey ke arezûy ekird, şad kirduwe û berey emřoy be şakarekey xanî û řojgarî xanî aşna kirduwe. bem core bexodahatin û bujanewey edebî kurdî nîşandawe. herkes mem û zînî xanî legeł mem û zînî hejar be wirdî serinc bidat tê’ega ke edebî kurdî çi mewdayekî biřîwe ta ewa geşawetewe û geyştote emřo. le bazařî edebda eme karêkî zor giring û hêjaye û xizmetêkî gewreye be edeb û ferhengî kurdî. îtir humêd waye hejar bitwanê pitir yarîdey gel û nîştimanî bidat.