lêkołînewe leser «beharî ladê»

From the Book:
Koy Berhemî Qizilcî
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 21 minutes  1209 views

em şê’rem le jimarey duwemî sałî duwemî govarî «řojî kurdistan» da çaw pêkewt. zorim belawe cwan û dewłemed bû. nek carêk û duwan, çend car xwêndimewe. axrekey hanî dam lêkołîneweyekî leser binûsim, hêminPerson em deste şê’rey le wełamî dostêkîda gutuwe ke bangî kirduwe biçête şar. hêmin xełkî gundî «laçînLocation» y pena «mehabadLocation» e. dyare dostekeşî xełkî mehabad buwe. hêmin lem deste şê’reda beharî gundî laçîn nîşan deda we le awêney ew dîmeneda ke lew dêyey kêşawe hemû gundekanî kurdistanî êran denwênê.

«beharî ladê» şê’rêkî teswîrîye. le şê’rî teswîrî şa’îr dîmenêkî tebî’et ya dîmenêkî jyanî însan dekêşê. şa’îr ew dîmene le mêşkî xoyda dûbare dexułqênêtewe û be çeşnêkî cwan û řazawe deyniwênê.

bo kêşanî dîmenêkî awa pêwîste wirdekarîyekanî dîmekeke le berçaw bigîrê. ewendey ew wirdekarîyane pitir serinc bidrên dîmekeke tewawtir debê. şa’îr le kêşanî dîmekêkda baş ser dekewê ke xoy têyda jyabêt û pêwendîy legełîda bûbê. yan be lanî kemewe xoy ew dîmekey dîbêt û hest û serincî řakêşabê. ew dîmene detwanê germuguř û zîndû bê ke şa’îr le řwangey bîruřawe serincî dabêt û be hestî însanîyewe kêşabêtî.

le hunerî wesfida pitir waye le řemz û îsti’are û teşbîh û şitî wa kełk werdegîrê. bełam hêmin lem şê’reda way nekirduwe. we emeş le nirx û cwanîy şê’reke kem nakatewe. em şê’re detwanîn le new’î «oçîrk» y bijmêrîn. şa’îr yan nûser le oçîrkida wêney faktekanî jyan dekêşê. ew řûdawane hełdebjêrê ke heregiringin. le teswîrî řûdawekan û kar û kirdewey însanekanda pence dexate ser ew taybetîyaney ke nimûney jyanî giştîyn. we hełwêstî xoy le ḧast ewan nîşan dedat. îtir heqî nîye řûdawekan bigořê we zor pena bibate ber xeyałî wird û barîk.

legeł le berçawgirtinî tewawî ewaney ke gutman, ew dîmeney ke hêmin le beharî ladêda kêşawyetî, řêkupêk û tewaw û cwan û benirxe. we ewa le çend beşda lêy dekołînewe.

beşî yekem

- dîmenî laçîn le beharda

tawwisawe, hewr û barane, swêsne û şilêre û gyabend û xawe. hełsûřan û têkoşane. mandûbûn û řenicdane. zawemak û hawêrkirdin û meřbêrdane. kař û kûřî meř û piřmey keḧlane, fîtefîtî şwan û oḧey gawane. sornî bilwêr û lawik û ḧeyrane. xirmey xiřxał û xirîng û hořî bazne û xişłî kabane. qirîşkey balore û hoy werey cûtyare. zeḧmetkêşan û ’ařeqřişitin bo nane. bełam her lew kateşda larulencey serkanîy kîjołane. çawî mest û bejnubałay řêk û cwane. diłdarî û wirde hengawî berew cêjwane. nazî bêrî û destibzêwîy şwane. řeşbełek û hełpeřîn û destigûşînî doy nask û nazdare.

- kar û hełsûřanî xełkî laçîn

kar û têkoşanî pyawan: kirmanc lem fesłeda kewtote cimucoł û hełsûřan, qołî ta anîşk hełmałîwe. hemû řojê deçête cût û comał û ta êware kar deka. ke tarîkayî dahat enca degeřêtewe małewe. ewende şekete ke şêwî xward lêy denwê û ta beyanî çirke nakat.

kakî cûtyar tundutoł û xêra û bekar. le hîç napřîngêtewe. pêxwas û lingiřût, bełam çalak û mezbût aw dedêrê, tow deçnê, cêy şetił xoş deka û peynî pêwe deka, pişû nada, heda nada, le řenicdan û le erk û kar herasan û weřez nabê ta nan bo mindałî peyda ka û pena nebate ber xełkî şar.

yekêk şêw debřê, yekêk werd dedatewe, yekêk le dewrî wênce û bax şûre dekêşê. yekêk ban hełdegêřêtewe, yekêk likupopî dar hełdepertêwê. kes bêkar dananîşêt û hemuwan xerîkî karin.

kar û têkoşanî afretan: jinêk le zistanda benî řistuwe, êsta maşerekanî le ber hetaw hełdexa ta morane neyanxiwa. jinêk be destař genmê bo diraw dehařê. kiçêk dû gozey pêye deçête serkanî aw bênê. kiçêkî dîke şekoy hełgirtuwe û deçête parawkirdinî şînawerd. polêk le afretekan le bijar hatûnetewe û berew mał bûnewetewe. polêkî dîke deçne bijar. afretanî bêrîş baskyan hełmałîwe, meř bêrdirawe û xerîkî doşînî meřn.

- pêwendîyekanî abûrî û komełayetîy gundî laçîn

ladêyekan a bew core be jin û pyawewe her le beyanîyewe heta êware bê wiçan û hedadan kar deken û řenc deden. be germa û serma û tałutifit û naxoşî řahatûm. be gij tîn û biłêse û befir û baran û hewruhełada dên. berhem peyda deken û řenêw dênin. berhemekeyan penîr û řon û mast û şîr û hêlke û xurî û mazû, deẍił û tûtin û şitî waye ke le dêwe deçête şar.

bełam beruboy řencekeyan bo xoyan nîye. befîřo le destyan derdehênin. şêx û ḧakim û serdar deyançewsênyewe. ewan zeḧmet dekêşin, eman nanî xořayî dexon. burjiwazîy şarîş beşî xoy deyanřûtênêtewe. şa’îr ke řû dekate dostekey û dełê: «ewan wek êwe najîn tembeł û bêkar û asûde.» îşare bo ew deka. mebest le «serdar» aẍa û beg û xan, yan xawenmiłk û derebege. mebest le «şêx» ewaneye ke le řêgey dînewe dejîn wekû şêx û xelîfe û derwêş û şitî wa. mebest le «ḧakim» çînî fermanřewaye be dewłet û řîsendołyewe.

- hełwêstî şa’îr:

şa’îr dway îşare bo pêwendîyekanî abûrî – komełayetî, berawirdî exlaq û akarî ladêyîyekan û şêx û ḧakim û serdar û burjiwazî şar deka. hełwêstî lem bareyewe aşkiratir û řaşkawtir derdebřê û dełê: cûtyarekan le sayey řenc û karî xoyanewe be serberzî dejîn, bełam şêx û ḧakim û serdar bo komeł bûnete serbar, keçî fîz û de’yey aẍayetîşyan heye.

zeḧmetêşekanî ladê «hemûyan gurcugoł û tundutoł û çustuçalakin. hemûyan bê fiřufêł û bekar û sade û pakin. le ladêda xirap zor kem debînî. nêr û mê çakin.» dawênî kîj û lawê ladê pîsuçepeł nîye. wextê ewan be bêkarî û hîçupûç nařwa. bełam êwe «kuřgelî burjiwazî şar» fêrî ałkoł û peng û tiryakin. poker û pasor û nerd û tas deken. dawênpîs û tembeł û bêkaren. keçî xwardinî baş bo êweye û ewan le xwardinî wa bêbeşin.

beşî duwem le barî hunerîyewe

wekû le seretawe, le katî nasandinî şê’rekeda gutman em şê’rey hêmin şê’rêkî tewsîfîye. eserî edebîy şê’ir ya nesir, betaybetî eserî tewsîfî debê «fesîḧ» bê. fesaḧet yanî řoşin û aşkirabûn. le zarawey edebîda yanî nûser ya şa’îr wişey nermunyan û le ziman xoş û le gwêçke sûk hełebjêrê. wişey zołek û çeprek û pêçewaney qa’dey serfî bekar nehênê witekanîş le wişey wa dařêjê ke legeł yektir biḧewênewe û baş řêk bikewn. dařiştinî witekan leřulawaz nebê. giřî û gołî lefzî û me’newî û dûpatkirdinewey zoryan têda nebê û řêkxistinî wişekan û witekan leser binçîney řêzman bêt. wekû debînîn em şê’rey emaney be başî têda le berçaw gîrawe we beřastî fesîḧe. hêmin lem şê’reda le «kînaye» zorî kełk wergirtuwe. «kînaye» birîtîye lewe ke şitêk bigutrê we me’nayekî ẍeyrî me’na esłekey mebest bê. wekû be kesêk biłêy «le peřupo kewtuwe». mebest eweye řûtuřecał buwe, nek peřupoy pêwe buwe û lêy botewe. «kînaye» çend core. yekêkyan «te’wîz» e ke birîtîye lewe witeyek bigutrê û mebest me’nayekî dîke bê û emeş le řawêjî qisekan derbikewê. wekû ke azarî xełk deda biłêy «pyawî baş azarî xełk nada». yekêkî dîkeyan «telwîḧ» e. ke birîtîye lewe be çend pile îşare bo mebestêk bikirê wekû biłîy «segî małî pîrot naweřê», çunke hatuçoy zor dekirê, çunke be řûxoşî mîwan qibûł deka, çunke sexî û diławaye.

hêmin em çeşne kînayaney gelê car bekar hênawe. meselen «te’rîz» wek dełê: «kirmanc ke êware hatewe małê bê ewey kes bîşêlê ya piştî damałê şêw dexwa û denwê ta beyanî.» yanê êwey şarî ke nextê bicûłênewe debê yekêk bitanşêlê û piştitan damałê, yanî dest û pê sipîlke û nekirkarin.

ya «telwîḧ» wek dełê: «jinêk çend maşerî pêye deyanhênête ber tawê.» mebest řistin û hondine û çinîn û tenîn gelê şite le ladê le hemû pileyekî ew karaneda. jineke em maşere benaney badawe, pêş badan řistûyetî, pêş řistin xuryekey şane kirduwe. pêş şanekirdin şordûyetî. êsta hełyan dexa ta morane neyanxiwa. ke karî kiştukał namênê gorewyan lê deçnê. tewnî beře û qałî deka, gurîs û kej û gwêrewsar û serkele û hewsaryan lê dehonêtewe. deyanda be coła ta buz û cacim û popeşmîn û bermałyan lê bikat.

«kiçêk pêyetî dû goze be lence deçête ser awê». dayk û bawik û xêzanî dîkey małeke çûnete kar. em le małewe mawetewe. deçê aw bênê ta ciluberg û qapuqaçaxî małewe bişwa; çêşt lê nê; hewîr bişêlê û nan bikat. be lence deřwat, yanê leşsûke, karî le ber giran nîye û wekû řabwardinî dezanê.

beşî sêyem: le barî folkilorewe:

em deste şê’re betaybetî lem barewe zor dewłemendu benirxe.

folkilor le witey latînî folk-lore pêk hatuwe. yanî kulturî heremey xełk. we birîtîye le xułqênerîy zimanî xełk «goranî, qisey nesteq û pendî pêşînyan, neqił û nezîle û ḧîkayet û hî dîkeye», terz û şêweçeşnî jyanî xełk û tiradîsyon «řesim û baw û ’adet».

lêreda mebest ewe nîye le folkilor bidwêyn, eme basêkî zor dirêje. tenya îşare bo ew şite folkiloryane dekeyn ke hêmin lem şê’reda hênawnî.

1. çeşnekanî karî ladê û nawyan: cût, comał, awdaştin, towçandin, cê şetił kûtkirdin, şêwbiřîn, werdidanewe, małokirdin, hełpertawtinî likupopî dar, şûredanan, bijar û paraw.

2. çeşnî xanuwekan ke be daruperdû dadepoşrên, banhełgêřanewe, pilûskidamezrandin.

3. espabî karî ladê û nawyan: kutik, bêł, şeko, destař û goze.

4. bîruřay ladêyîyekan lebarey karewe: biřwa be kar be nawî taqe hoy jyan.

5. jyanî exlaqîy xełkî ladê: qibûłkirdinî řenc û zeḧmet, sadeyî û bê fêřufêłî. dûrbûn le ałkoł û beng û tiryak û qumar. dawênpakî, hîmetberzî, serberzî û azayî, bê fîzude’yetî.

6. çêşt: bodraw. ke le beramber çêştî xełkî şarda «piław û goşt û xorişt û...» hênawyetî.

7. gyanasînî xełkî ladê: gyabend û xaw, swêsne, şilêre, wênce, tûtin, deẍił, darmazû, gwênî.

8. berhemekanî karî ladê: penîr, řon, mast, şîr, hêlke, xurî, mazû, ketîre, deẍił, tûtin.

emane hemûyan le barî zanînî dirustikirdin û řenêwhênanewe, we ew karaney lem bareyewe dekirên û nawî ew espaney bo řenêwhênanyan bekar dehênrên – beşêkin le folkilor.

9. ew karaney lebarey meřdarîyewe dekirên û nawyan: zawemak, hawêr, meř le bêrdan.

10. xişłekan: xiřxał, bazne, jêrçene.

11. nawî afret beboney karewe: bêrî, kaban, bijarewan.

12. dengekanî wextî kar û nawyan, fîtefîtî şwan, oḧey gawan, ho werey cûtyar.

13. dengî zîndewerekan: kař û kûřî meř, piřmey keḧlan.

14. goranîy ladê: lawik, ḧeyran, balore (emeyan taybetî jinane.)

15. mûzîkî ladê: bilwêr.

16. hêndê řazawey lemeř diłdarî: řoyştinî belence. jwan, wirde hengawî berew jwange. nazî bêrî û destibzêwîy şwan.

le goranîy kurdîda şwan û bêrî benawbange. bêrîyekan goranîyan be şwanekanda hełgutuwe: (ho şwane! şwaney heq nadyarî kepenk tûrmey goçanmirwarî.)

17. hełpeřkêy ladê: hełpeřkê ya hełpeřîn dû core. sakar û řeşbełek. sakar eweye desteyek pyaw ya desteyek jin be cya hełdepeřn. řeşbełek eweye ke pyaw û jin beyekewe hełdepeřn. le pyawêkewe dest pê deka, em pyawe be destî çepî destî řastî jinî duwem degrê. jinekeş be destî çepî destî řastî pyawî duwem degrê. we bem core ta dwayî. her jinêk dekewête nêwan dû pyaw. her pyawêkîş dekewête nêwan dû jin. pyawî heweł pêy dełên serçopîkêş. desreyekî be desteweye, be řaweşandinî desreke fermanî bizûtnewe deda. ewey dekewête axrî kořî hełpeřkêkewe pêy dełên gawanî.

hełpeřîn le barî bizûtnewewe çend core: xawî heye pêy dełên řoyîne. we kirjî heye. kirjekeş be pêy bizûtnewe çend core. her coreş nawî xoy heye wek: sêpêyî, swîskeyî, şêxanî û hî dîke.

řîzî hełpeřîneke be çeşnî kewaneye, bizûtnewekeş be heway dehoł û zuřna, ya bilwêr û şimşał, ya eger hîçyan nebû be heway goranîye. dehołkut û zořnajen û bilwêrjen û goranîbêjeke le naw kewaney hełpeřkêda dwêstin.

hełpeřkê beboney çîyeweye û le çi katêkda dekirê:

hełpeřkê beboney gelê şitewe û le gelê katda dekirê ke hendêkyanî emanen:

1. be boney merg ya kujranî serokekanî ’êl û ’eşîret û pyawe gewrekanewe. lem core hełpeřkêyeda be pêçewaney hełpeřkê ’adetî ke serçopîkêş bo lay řastî dekêşê – gawanî bo lay çepî dekêşê, we pêy gutrawe «çemerçopî». ew pyawaney ke deçûne çemerçopî debû soranîyekanî (feqyanekanyan) le xum hełkêşin, jinekanîş debû seryan şîn ken. eme êsta nemawe. we îşare bo eweye ke eger kesêk tûk û niza le afretêk bika ya pêyda hełşaxê dełê: «ey serit şîn key le xumxane» ya «serşînî babanwêran».

2. le katî hêndê karda wek xetenesûran, gerçekhařînewe, semenîkułandin. emaneş êsta nemawin. ya ke deçne mazûkirdin û řêwas û karg kokirdinewe. emane êstaş kem takutera mawin.

3. ke deçne ser çak û şexis (qebrî pyawe pîrozekan) ya ke deçne seyran.

le mehabad bawe xełkî geřekêk řojî cum’e deçne baxekan bo seyran we lewê hełdepeřn.

4. řojekanî cejin. ewe le ladê bawe.

5. be boney jinhênanewe ke eme pêy dełên şayî, dawet û zemawend.

zemawend yanî «azdiwac û ’irusîPersian». zema yanî zawa. wend yanî bend. be têkřayî yanî zawabend, zawa cûtkirdin.

her pyawêk ya kuřêk ke deçête şayî û dawet debê afretêkî nizîkî xoy legeł bê ke pêy dełên «do». ew wişey «do» le «dû» wergîrawe. çunke afreteke duwaney pyawekeye. ya le dwêt wergîrawe ke be manay kîj û kiçe.

hełpeřkê beşêkî zor giringî folkilorî mîllî kurdîye. pêwîste û debê be hemû tunawe bo parastin û hêştinewey hewł bidrê. we ber be çeşnî xoy, her bew ciluberg û bizûtnewe û mozîk û goranî û hewayanewe biparêzrê.

emaney ke basman kirdin, hemûyan we nebê tewawî folkilorî gundî laçîn ya dêhatî dîke bin. wekû le serîşewe gutman emane tenya ewanen ke lew şê’rey hêmnida nawyan hatuwe.

beşî çwarem: xwêner le awêney em şê’reda çi debînê:

xwêner lem tabloyeda debînê xełkî ew gunde bêpsanewe le cimucołdan. bizûtnewe tewawî wextî ewanî dapoşîwe. bełam em cimucołe û bizûtneweye be çeşnêkî sakar û seretayî û tebî’îye. we her bo eweye bitwanin bijîn, ewîş jyanêkî zor nizim û zor dijwar û tał. hemû karêk her be deste, espabî kar zor seretayîye. hîç şwênewarêk le medenîyet û jyanî şaristanîyetî nabînrê. tewawî bizûtnewekan bizûtnewey leş û bedenin. bizûtnewey fikir û bîr şwênewarî nîye. nexwêndewarî û nezanî û biřistî ew xełkey biřîwe û pekî xistûn.

bew jyane tałe û bew řence le wizebedere řahatûn. hest bew zułim û zore naken ke lêyan dekirê. be peroşî û řenceřoyîy xoyanewe nîn. awatî jyanî baştiryan têda nabînrê. şêx û ḧakim û serdar awyan dewê. leber ewe medreseyan bo dananên û deretanyan naden çawyan bikirêtewe. çunke ew kesey, ew çîney, ew xełk û geley hest be zułim bikat bo labirdinî zułmeke tê dekoşê. hest be tałî û şipirzeyîy jyan bikat bo baskirdinî jyanekey hewł deda.

bełam jyan le şar mend û wêstawe. lewê cimucołî bedenîş nabînî. kuřgel ke hêmin le bîçmî dostekeyda řûyan tê deka tembeł û bêkare û asûden. asûdeyîyekî xawuxlîçk. be beng û areq û tiryak gêjûř bûn. wextî xoyan be hîçupûç řadebûrên. çepełî û daweşawî exlaqî dayřzandûn. xerîkî dawênpîsî û poker û pasûřn. hem leşyan mirduwe û hem fikir û bîryan.

eme dîmenêke ke xwênerî ew şê’rey hêmin le barî komełayetî û řewanîyewe lew wêneyeda deybînê ke ew le jyanî gundî laçîn û şarî mehabad kêşawyetî.

em dîmene le barî gundî laçînLocation dirûse, bełam le barî jyanî lawekanî mehabad nîsbetî waqî’î dête xwarewe. we ta řadeyekî zor wa nîye. ḧaşa lewe nakirê kuřukałî burjiwazî û derebegî mehabad le netîcey hatuçûy taran û tewrêzda we le netîcey lasayîkirdinewey burjiwazî gewrey fars û azerbaycanîda bew coren ke hêmin basî kirdûn.

le hemû cêgayek û lenaw hemû xełkêkda hêndêkî biłḧ peyda debin ke bê’ewey řenc biden gencyan le berdestidaye û deyanewê be lasayîkirdinewey kuřukałî mîlletî fermanřewa kemukûřîy me’newî û exlaqîy xoyan dapoşin û bişarnewe. wekû hêndê le kuřukałî sermayedare gewrekanî fars û azerbaycanîş lasayîy emrîkayîyekan û urûpayîyekan dekenewe û betewawetîy biłḧ û xwêřî debin.

bełam kuřgelî mehabadî zorbeyan wa nîn. be serdanêkî mêjûy mehabad derdekewê ke le řojî řûxanî komarî kurdistanewe, le mehabad têkoşan nepsawetewe. we sał be sał lapeřey xebat be xwêney řołe dilêrekanî mehabadî zyatir řengaw û pitir řazawetewe.

webîrxistinewey em mebeste bo řexnegirtin lew şê’rey hêmin nîye, çûnke le hewłiwêstî hêmin der dekewê mebestî ewe nîye tewawî lawekanî mehabad wek yek ya baştir biłêyn wek dostekey bijmêrê. şa’îr mêjû nanûsê ta tewawî wirdekarîyekan bixate ber çaw. şa’îr hest û kef û kułî derûnî xoy le tawêkî taybetîda derdebřê. hêmnîş hestekey xoy lew pişweda ke ew şê’rey gutuwe cwan derbiřîwe. cige lewe tewes û twanc têgirtin û begjidaçûn bo handanî zyatir le edebî kurdîda bawe wekû mela marfî kûkî dełê: kurdîş çi kurde mîlletî xoxore pêkewe bo gyan û małî yektirî simkoł deken le xoł. mebestî lem hurûjme tunde řexnegirtin le çend kesêk û benawbangkirdnî gel buwe bo yekyetî û pałbeyekewedan û, hestekey ewende hatote kuł le şêweyekî awa tûřeyîda nwandûyetî.

hêmnîş lew hurûjmeda ke deykate ser kuřgelî mehabadî mebestî taqmêkî tembeł û bêkareye. dena hemûyan be gałokêk lê naxuřê.

beharî ladê
behare katî kare, xoşewîstim boçî bêm bo şar
eger min bême şarê, kê we’esto bigrê karubar
emin kirmancim û kirmanc ke hat besłî behar wek har
debê bixulêtewe kêw û telan û benden û nîsar
heta peyda bika nan û neba bo xełkî şar hawar
***
lewey dwawe debê qołî heta anîşkî hełmałê
hemû řojê heta êwarê biçte cût û comałê
ke bûlêłî şewê peyda bû enca bêtewe małê
bebê wey kes hebê bîşêlê, ya xo piştî damałê
ke nanî xward û lêy nûst ta beyan nabê le xew bêdar
***
ewêsta kakî cûtyar be karî çabuk û mezbût
bebê bakî, be diłpakî, be pêxwasî be sîngî řût
dedêrê aw, deçênê tow, deka cêşetłî peyn û kût
deřêjê areqe, peyda bika ta bo minałî qût
pişû nada wiçan nada weřez nabê le erk û kar
***
hemûyan tundutoł û gurcugoł û çust û çalakin
hemûyan bê fiřufêł û bekar û sade û pakin
le ladêda xirap zor kem debînî, nêr û mê çakin
ne alûde be alkoł û ne fêrî beng û tiryakin
debê bê dersî exlaq lêre bixiwênê kuřîjgey şar
***
be tał û tifit û sard û germ û naxoşîy jyan řadên
be gij tîn û biłêse û befir û baran û hewrda dên
penîr û řon û mast û şîr û hêlket bo ledê řa dên
xurî, mazû, ketîre, deẍił û tûtin berhemî ladên
nimekxurdey desî werzêře şêx û ḧakim û serdar
***
dekêşin zeḧmet û naxon wekû wan nanî xořayî
deken kar û deřêjin areq û najîn be řîswayî
le seryanda nîye poz û îfade û fîzî aẍayî
le sayey zeḧmet û řenc û le sayey kar û azayî
be serberzî dejîn bo komeł û gel nabne serbar
***
nîye dawên û destî xełkî ladê pîs û alûde
le des naçê wext lêre be xořayî, be bêhûde
ewan wek êwe naxon şerbet û şekiraw û palûde
le kwê bênin piław û goşt û xorişt û fiřufîsar?
***
ewan wek êwe naken poker û pasor û tas û nerd
yekêk sergermî şêwe êstekanî, yek xerîkî werd
ewî tiryan xerîke hełdewêjêrê le kêłgey berd
yekêk małû deka yek dadeçênê taze şînawerd
ewî tir hełdepertêwê likupopî çiłûkî dar
***
debînî yek ewe meşẍûłê hełgêřanewey bane
ewî tir dedamezrênê pilûsk û çote û gwêswane
yekêk kutkî le desdaye yekêk bêłî leser şane
yekêk deşkênê berd û yek xerîkî şûrehełdane
bełê nabînî kakî xom le ladêda kesê bêkar
***
kiçêk pêyetî dû goze be lence deçête ser awê
kiçêkî tir şekoy hełgirtuwe deřwate parawê
jinêk çend maşerî pêye, deyanhênête ber tawê
jinêkî tir be destařî dehařê genmî bodrawê
berew mał bûnewe polêk û polêk deçnewe bo bijar
***
’ezîzim to were êre ke çaw le cwanî nabê têr
bibîne xaw û gyabend û hełałe û swêsin û şillêr
le layek zawemak deřwa, le layekî deken hawêr
le layek baskî hełmałîwe bêrî meř dirawe bêr
debînî dîmenî wa cwan le naw bazařay pê azar?
***
çi xoşe kařukûřî meř, çi xoşe piřmekey keḧlan
çi xoşe fîtefîtî şwan, çi xoşe oḧekey gawan
çi xoşe xirmekey xiřxał û bazin û jêrçeney kaban
çi xoşe neẍmekey bilwêr, çi xoşe lawik û ḧeyran
çi xoşe dengî billore, çi xoşe ho werey cûtyar
***
were êre mepirse to edî çarşêw řûbend kwan?
were êre û bibîne çawî mest û bejin û bałay cwan
were êre û bibîne wirde hengawî berew cêjwan
were êre û bibîne nazî bêrî û desbizêwîy şwan
biço naw řeşbełek bigûşe desî doy nask û nazar