minacat bih dirgah qazî alḧacat

From the Book:
Komele Şîrî Feqê Qadirî Hemewend
By:
Faqe ghader hamawand (1830-1890)
 3 minutes  734 views
îlahî! be ḧeq padşahî wêt
be ’îzzet lutif latenahîy wêt
be ’ezîmî wêt mubeřřay mekan
her řo tecellay zuhûr ne yek şan
beşq kelîmat esmay sîfatit
be ḧurmet nûr her mewcûdatit
be şerafet nûr enbya û řesûl
ce ’ebid ’asî du’a ker qebûl
çîhrey piř çînim xecałetbaren
cebîn nutqim bê î’tîzaren
ḧemil gunahan xem kerden qamet
sikem sifîd bî ne her nedamet
ce dergay guna xeylê zelîlim
ẍeyr ce lutif to nîyen delîlim
her toy firyadřes, her toy řehnimûn
her toy agahdar ne her çend û çûn
her min ce quwet ze’îf û zarim
her min ce ’îsyan wêm şermesarim
be ḧurmet nûr xîtamet pena
ce herdû ’alem ewen řehnuma
be sîdiq û sexay bûbekirî sîddîq
her ew bî enîs nebîyî şefîq
wêt emirit kerden bew zat nîknam
er ew řeza bo min ce ew řezam
be şerafey nûr ew ’alîy cenab
kunyeş hem farûq, hem «abin alxtabArabic»
piřtewî ’umer ḧukimş send mehîb
piř bî ne ’ediłş meşrîq û meẍrîb
beşq zîḧeya «cam’ alqir’anArabic»
ye’nî «zî alnurînArabic» şay îbnu ’effan
be deryay ’ulûm wîlayet pena
wesîy nebî, eşce’î dinya
ḧeyder keřřař canfîday řesûl
«hil atîArabic» ce şe’in senaş kerd nizûl
be feził zehra û nûr ḧeseneyn
beşq şehîdan řay bedir û ḧuneyn
be ḧurmetî nûr seḧabey kîram
be enwar pak her dwazde îmam
’efum ker be lutif ce her seyî’at
biker azadim ne her sedemat
qesdim ne kirdey şeř ne şîtaben
tekahul ne emir kirdey sewaben
çun ce kirdey wêm xecałetbarim
’asî û řûsya, gunahen karim
îste ce kirdar bed bîm peşîman
wêm wist ne aman ew beḧir îḧsan
ne her la qet’en ’uzir û î’tîraz
be qapîy ’uzmay to darûn nyaz
weytew ser’efgen derûn we tabim
her teref, her ca, xane xirabim
ne yek la, xaney uxram xapûren
yek la, dił ne derd dinya řencûren
ne yek la ne ḧukim załim mezłûmim
yek la ne kirdey bedan meḧkûmim
teḧqîq şe’amet guna û xetamen
her teref beytewr pagîr pamen
be ’îzzetî wêt cîhan aferîn
be ḧurmetî nûr «xitim almirsilînArabic»
nîyen penahim ẍeyr ce zat to
’efum ker be lutif ce gunay bêşo
hem ney bend sext piř derd û elem
bider necatim şehenşay e’zem
hem bider tewfîq zat ekberî
mîzan keym efkar cebrî û eş’erî
řewşen ker zemîr be nûr îman
ḧîfzim ker, yařeb, ce ’eyb û nuqsan
bider tewfîqim cey nuqtey barîk
ẍełet nekem řa ney beḧir tarîk
’eta ker îman bey bendey kemter
meḧfûz ker «feqêPen name» fîkirş ne xeter