aqlîm hiftim ke asimş qanun ast û xidîwiş ablîs ’ilye alli’ine ast

From the Book:
Komele Şîrî Feqê Qadirî Hemewend
By:
Faqe ghader hamawand (1830-1890)
 1 minutes  491 views
îqlîm heftem bawer be qełem
mułk ’ezîmen piř beła û elem
piř aşûb û şor mułk finûnen
meşûr ’amen, îsimş qanûnen
yek şehir ’ezîm new ca ’eyanen
îsimş tekebbur ’alî mekanen
buxil û ḧesd û ’enîdî û fîtne
zułim û qehir û cehil, hem kufir û kîne
şehir û qeseben cew mułk heftem
me’mûreş bê ḧedid, zer’iş piř ne dem
xidêw îqlîm heftem îblîsen
merkeziş kîbren, textiş telbîsen
nîşten ne řûy text we bê xewf û bîm
ferman fermaşen cew mułk û îqlîm
yek ’eyarş hen îblîs ’enîd
meşhûren îsimş xeterey pelîd
îblîs hem wezîr nefis qebûḧen
şimir asa ne qesd ḧuseyn řûḧen
meqeřřen new mułk mekkarey mel’ûn
zêwer kerden tac be le’il efsûn!!
ce xeymey şeḧna nîşten ehremen
ce sirûr bezim besten encumen
penam der be lutif ḧeyyî řebbanî!
ḧîfzim ker ne şeř şûm şeytanî
«feqêPen name» temam bî îqlîm heftem
dirûd ber muḧemmed nebîyî xatem