aqlîm şişim asimş sifîney nizam û padşah aw nifis ast

From the Book:
Komele Şîrî Feqê Qadirî Hemewend
By:
Faqe ghader hamawand (1830-1890)
 2 minutes  529 views
bawer be teqrîr îqlîm şeşem
mułk ce sîmen piř zer’ û ḧeşem
ew îqlîm û ca ce «bîn al’iwamArabic»
meşhûren be îsim sefîney nîzam
yek şehir ’ezîm îsimş emelen
me’mûreş be zer’ şeř muste’melen
kîzb, nemîmî, ḧîrs, şeẍeb û te’eb
efsûn û ḧîle, řya û lehû le’b
ḧîqid û teme’ û sîm’et «xîlaArabic»
şuḧiḧ û dena’et, hem ’ucb û hewa
qeza qeseben piř zer’ û semer
bew şehir emel mulḧeqen yekser
nefis emmare newca sułtanen
saḧêb text û tac nutiq û fermanen
ẍurûrîş kerden be ser qorena
ẍefłet be eḧkam ře’îs ceza
culûsen ne text emel şehenşa
ẍeybeten yawer şay ḧîşmet pena
ya ḧeq! ẍeyr ce to nedarûn çare
ḧîfzim ker ne şeř nefis emmare
herçend ce îqlîm şeşem esîrim
’asî û piř gunah, bestey zincîrim
be ełtaf wêt ḧeyî cîhandar
’efum ker ce zenb îqlîm çehar
hem be feził wêt danay piř kerem
ser azadim ker ce bend şeşem
«feqêPen name» dił ney mułk şeşem bî îsbat
ber muḧemmed bo herdem teḧîyat