dir byan fizîlit binî adim û kizb qyas ablîs ’ilye alli’inة

From the Book:
Komele Şîrî Feqê Qadirî Hemewend
By:
Faqe ghader hamawand (1830-1890)
 3 minutes  925 views
kelam ḧeqqen ce ayey qedîm
xelqim kerden nas «eḧsin altiqwîmArabic»
ḧedîs qudsen ce «xyeّralnasArabic»
«alnas sitrî, ana sitir alnasArabic»
hem emirş kerden xellaq ’alem
ce sûret wêm xelqim kerd adem
er mîhir û er mah dewrey gerdûnen
er ebir û bad û hewa û hamûnen
heryek ne umûr wêş ne dewanen
yekayek me’mûr sînf însanen
cem’ fewakîh dirext û nebat
new’ leza’îz ekil û meşrûbat
çenî weḧiş û teyr seyd beḧir û ber
ḧîlil kerden te’imş pey sînf beşer
pey sîdqiş êden delîl meḧek
sucdey adem kerd cemî’ melek
yek ce firîştan ye’nî «’ezazîlPerson»
ne sucdey adem kerdiş tekahîl
şî ne gerdeneş tewqê ce le’net
derdem berî bî ce deryay řeḧmet
ewweł kes îblîs qyas kerd ne kar
ẍełet bî qyas şûm şerimsar
watiş: min esiłim ce nar û nûren
adem řistey xak, syay deycûren
nezanaş mezher qehren kûrey nar
ce qehir mer ẍezeb mebo aşkar
er esiłş řewşen sya sîfeten
ce teḧit û fewqiş dûd zułmeten
betin mecmerey ateş zuxałen
sîfetiş şeřřař, teb’iş qettalen
ḧedîsen ce leb nebîyî xatem
şamîl ’amen «arḧimArabic» û «tirḧimArabic»
herdû mucrîm bîn adem û îblîs
adem nadîm bî, îblîs bî ḧerîs
herdû perê esił wêş kerd teqaza
adem me’fû bî, îblîs bî îẍwa
çun teqazay xak sebir û edeben
bad tund û serkeş, nar ce ẍezeben
ḧeq qebil adem te’mîr kerd cîhan
mexlûq kerd ce nar can îbnî can
çunkî esłişan ce nar bî ḧusûl
me’yûs bîn ce feził enbya û řusûl
çun bê řesûł bîn ebnay cînsî can
çun nar ce bêşey ’îsyan bîn giřan
’asî bîn ce emir cîhan aferîn
çenî firîştan kerdin ḧerb û kîn
axir bîn meqhûr ce qehir qehhar
be’zî mestûr bîn ce bêşe û meẍar
ta muddetê çend xałî bî zemîn
hem sîfetî qehir yawa be teskîn
ce xak û ce nar, ce ab û ce bad
teswîr adem awerd be îcad
her çwar ne her cîsim mewcûden el’an
her yek ce te’sîr wêş daro nîşan
ab ce řeḧmet û xak ce edeben
bad ce sîr’et û nar ce ẍezeben
çun murekkeb bîn her çwar ne yek ca
zerfiş qebûł kerd nûr enbya
hem cew îxtîlaf ama be wicûd
mûsa, îbrahîm, fîr’ewn û nemrûd
şerarey nar bî zuban kerd guşad
ser da ne cestey bûcehil û şeddad
wasîl bî ne cîsim xak ab řeḧmet
minmano firoẍ nûr nibuwet
me’den însan daro her gewher
ce nebat û zer’, ce zeř û semer
pey êden ce beyn xela’îq yekser
benî ademen ’alemî ekber
«feqêPen name» ha qyas îblîs bî merdûd
bawer be teḧrîr îqlîm wicûd