be carê małî wêranim silêmanî xiroşawe

eylûlî xwênawî
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 1 minutes  1120 views
be carê małî wêranim silêmanî xiroşawe
beser hîç kes neyet xwaye ewey lem şare qewmawe
beyanî bû şeşî eylûl lenakaw gulley wek baran
ebarî bo qiřî mîllet, ewey pîre û ewey lawe
bedem şestîrewe laşe wekû zurbey gełařêzan
le řêda ’eynî etut berdebazî cogeley awe
leber derkî sera dyare le her layek temaşa key
seraser piř le laşey mirduwe şêlrawe kujrawe
le her kuçe û penayekda teřî û surît bibînyaye
ewe xwên û siruşkî dayk û cwanan bû ke řêjrawe
le kam mał gwêt egirt her bawkeřo bû řołeřo û kake
lekwê seyrit dekird her laşeye têkeł be xwênawe
ewî dwênê cigergoşe û ’ezîzî bab û dayk bû
ewa emřo lejêr xaka şehîde û çawî lêk nawe
demew êware etniwařî be wêney řêçkemêrûle:
be řîz tabûtî kujrawan berew seywan milî nawe
çe qînêke çe zułmêke? çe kuştar û biřînêke?
ebê qet bîr neçê hergîz heta kurd zînduwe û mawe