«biřway şa’îr lebarey syasetî řijîmî paşayetî bo twandinewey ferhengî kurd»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  472 views
biřwane le şayî dujminî kurd
kurdî le serayî kurde labird
bêgane zimanî kurdekanî
labirduwe giş kesê dezanî
pêy waye kewa bika defewtên
ew hoze hemû bewey le bin dên
karêkî weha deka be cwanan
laden le zimanî kurd zimanan
destûrî be kîju kuř wehada
ger bê le zimanî kurdî lada
nanî le wełatî kurd bixiwa
lada le zimanî xoy ke dwa
ew kurde le xakî nîştimanî
nabê ke zimanekey bizanî
xo zore ewey be pare ezman
defroşê û piş deka le kurdan
çun řûyî le pare û dirawe
wîjdanî be pare lî kiřawe
her kes ke zimanekey tuwawe
serşoře bizane beşxurawe
wîstim ke wişey ziman yixoman
netwêtewe her hebî le boman
ew baweye ger dekewte destim
ca boye be řoj û şew nenustim
pakim be zimanî şê’ir dana
he hêndeme taqet û tuwana
nabim be hejar ya be xanî
kwa bûme be nûserî zimanî
nê hêmin û meḧwî û newrdîm
nê safî û awet û ne kurdîm
min nageme nalî û cezîrî
xo nabme mewlewî be pîrî
nagem be hewaw sozî ḧacî
ew dî be teła û min be sacî
nê bêxod û bîkes û ne narîm
nê salim û zîwer û ne zarîm
nê qani’ û pîremêrd û goran
nê tahîr û nê řezayî şit zan
ḧeddim çye karî bê edeb kem?
şagridye berhemî edeb kem
xo min ne edîbim û ne kokîm
nazanî le nêw gewirk da kîm
nê mîneyî xał û nê emînim
nê efxemî şê’ir agirînim
be xuda ne ḧeqîqî û ḧerîqim
bê sûde heraw zîqe zîqim
nagem be ewîn wek wefayî
awaye le wêjeda fîdayî
şagirde hemîşe bo ewane
pêy megre be tane to behane
dirwêşim û herçî bû le keşkoł
lêm wergire wirde zêře ya xoł