«witarê le barey tewawbûnî beytî las û xezał û mirdinî gyanleberan»
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
1 minutes
615 views
ew xełke le gomî mergidaye
ewhey ke demênê he xudaye
yezdane ewey ke her demênî
debřêtewe zîndiwer şwênî
ew beyte û bawe bû tewawe
ey gwêgre małî êwe awa
lew bawe eger gwê dedêrin
do’am be çake bo binêrin
ewřoke le karî nalebarim
serşoř û peşêw û şermezarim
bimbexşê heta xuda le meḧşer
bimka be pyałenoşî kewser
fatîḧeyî îwe bo me çake
her çake çira û nûrî xake
ger êwe biken be çake yadê
yezdan bezeyî be êmeda dê