«şayî girtin û gwêztinewey xezał û estî»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  602 views
bû şadî û dawetê degîra
piř bû le serok û xan û mîre
dedra le dehoł û dengî dimbeg
wabû ke debîstira le kurtek
şayî bû le bo kuř û kiç û jin
a řoj be şew nemawe nûstin
dawet ke be řoj û şew degîra
têyda bû biçûk û law û pîre
zořna be hezar core awaz
bo çopye ’alemî dekird saz
no řoj le hełpeřîn û şayî
dabûn, le hobeda dwayî
yekdeste jin û kiçî řeza sûk
kirdyane berg û cil le ber bûk
gwêzranewe dû perî be destûr
debranewe jûrî xêwetî sûr
bê nexşe le bê jin û kiçûkan
zawa ke le perde geyne bûkan
gewher desmawe şew be ełmas
çîdî le du řane ba nekem bas
ewhey ke miroyî kone kare
birdûye le gewherî mekare
ger xoşe be tame yane naxoş
ew lezzete ba neka feramoş
ew base ḧewałe ba bewî bê
ta aw le zar û lêwî wî bê