«las dway çabûnewey daway xezałî le mela nebî kird»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  446 views
çû las û lekin nebî le ’erzî
da xencer, û kanebî delerzî
deygut ke emin le ser kiçî to
hênawme sed beła be ser xo
kirdim le ber ew gułey pelk şoř
lew xake şwanî û şeř û şoř
kuştûme serok çen le ser wî
kewtûnewe goř her le ber wî
nem mawe ḧeyaw abřoyî
her daweyî kewte dem diroyî
ew řo le tewawî bałekane
basî min û ew le ser zimane
to lêrewe ta degeyne germên
gwê hełbixe her le ême dedwên
ge waye melayî sûk û bê feř
ya bimdeye ew xezałe ya şeř
ew estye be mame řeş bibxişe
bexşînî be toye ew wenewşe