«gemarodranî tawłî mela nebî le layen ałîyewe, her ew şewey ke hełyan dabû»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  589 views
şew hat û debû hewar xamoş
nûstin be diłêkî bê ẍem û xoş
ałî be hemû sûpa û ała
wek mar elew heware hała
sozî ke le xew xełk hełistan
wek çîẍ suware řadewestan
ew hobeyî ger deda gemaro
řûy kirde melanebî le ser xo
deygut wede ey nebî cwabim
fikirit çye, bo xuwênî babim?
karim nye xo emin be kurde
çim dawe le lasî aw û birde?
babim ke kujawe xo be destî
to, řoyîwe ew jyan û hestî
ałî ke be kelle şeq denasî
ew dujminî toye nek be lasî
ewřo ke memend ger kujawe
bêkes nye kuř be cê ke mawe
gwê řagre xo lewey nekey keř
ḧazir be le bo xuwên ya şeř
fermû çye ey nebî wełamim?
derman bike bew duwane zamim
ser pişk be herçî hełgirî to
řazîme be řastî ne be diro