«basî le hatnî payîz û barkirdinî mela nebî bo nêw dê»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  707 views
ger xełkî heware pê le payîz
nabûnewe lew çyaye dił zîz
lew kone heware teq teq û cût
bo gund deçûn û maqel û qût
ziryan ewa be gerde lûre
girtûye çyayî sêwe sûre
labê řeşeba deda le řeşmał
sermaye deka xełk be bê ḧał
aw paşî deka hewr be baran
duř daneyî ew deda le yaran
hewrî řeşe dê dizêw û řûtał
dekutê ke be bawu terze ajał
bew bonewe xo deda le ’erzî
tirsawe le boye hełdelerzî
qemçî siřî şîxte lew çyaye
dedrê ke le şînke û gyaye
dengiwêtewe řeş deçê berg şîn
řeşpoşe çyayî ser be befrîn
takatî behare kej deka şîn
bo ẍunçew bogyayî řengîn
şubayî tezûyî serde payîz
najî le kej û çyaye azîz
serd bû ke le kanebî hewarî
bo dêy weřê dexist barî
ẍemxorî hewar her pepû bû
ew care ke xêwetî dirû bû