«pelamarî las bo ser memend be şimşêrewe»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  454 views
hesta řiqî lase her wekû şêr
kêşayî berew memend şimşêr
boy çû be şeř û hełî dekirdê
şaławî be ẍar her debirdê
degjaye memendî ger be şîrî
deykirdewe qaş wek penîrî
ew leşkire girtî ew peřawpeř
lew lasî netirsî law û şeřker
deynawe be şîr ber le maran
deyxistewe wek gełay daran
her tîpe ke řûyî tê dekirdin
deydawe le şanî wane mirdin
deřja le kenar û ber binaran
gillêreyî merg bo swaran
ew řoje hełoyî ’aşiqî şeř
wek gurg dekewt mêgelî meř
wek bewr bida le pole ask
piřjandî ew le şîw û bask
ewcare dekewte ser ’ezîzî
deşka le şeř ew ’ezîze fîzî
řimbêkî wehayî da le piştî
řîxołe û cergî kewte deştî
bê xawenî kird sed wełaẍe
lew beyne degeyye eḧmed aẍa
şîrî ke le gerdin û serî da
deybiřyewe wek le bîberî da
meydanî bewane çun germ kird
ser kêw û çyayî piř term kird
her ew deme mame řeş wederkewt
bew coreyî şeř ke dî nedesrewt
zanî kewe lasî qaremane
kirdûye le dujminî qiřane
bo layî dehat û deyřiwanî
ta lew keje ew geyşte xanî
deykird hezar aferîne
lew laseyî ew be pêkenîne
fermûyî ebew cwane xane
bimnêrewe ser çetey meřane
min deçmewe pêş lew sware
ew leşkire ba nebê qûtare
bew şîre ke cewherî dyare
deykem leşî wane pare pare
damnawe le ser desim gyanim
bo xom û hemû řefîqekanim
çun ew çîte merde piř huner bû
destûrî be çûnekey le ser bû
řoyştinewe be demî sware
řoyan debûye wek kulare
ew pênsedî lê dekuştin ew car
ta ’esir be defter û be ejmar