«lew demeda las lelay xezałê xewî lê kewtibû»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  449 views
ew lase lekin perî ke nûsbû
çawî le xulî zemane besbû
bo lase bibû serîn řanî
dey dayewe xew le çawekanî
ew cêgeyî ger wedes kewtibû
bê derd û pejare lêy xewt bû
karî nebû ew be ’aşiqane
çî dawe le ferteney zemane?
ger řanî xezałe bê be doşek
qurbanî deka meř û pez û şek
hawar û qirîwe kewte ’êlî
giryan û birîwe kewte ’êlî
gutyan ke meřo bira be małan
serpakî řifawe çû be tałan
bew ẍiłweye řapeřî le xew law
deygut be xezałe ey bełek çaw
ew kare le hobe ger deqewma
bangî min û her debû bikirba
zû řûm dekirde kêw û yałan
dem girtewe pêşe biř le tałan
hestaw suwarî espekey bû
lew kêwe wekû heło û başû
deyda le řikêf û řoyî beynê
ew şeřkerî hobekey negeynê
ser řêy degirt wa be leşkir
wek bêt û bida le pûş agir
deykird le ’aşiqane hawar
deygut çye, bo wekû segî har
kewtûnete nêw meřî feqîran
ey dujminî derdedar û pîran
zułmê ke biken le bê newayan
kwa bûne be hemdem û birayan?
nan û nye êwe çon le małê
pêm waye suwał û lê wekałê
bîrû lewe bû ke min nemawim
newzanî kewa dekewne dawim
dewkem be nemamî ser kel û yał
çun êwe deben le kêw patał
karêkû degeł dekem heta hen
wabî ke leber xerape řaken