«şew las degeł cerdekan le kêw mawe û beyanî be çil cerdewe geřawe bo lay xezałê»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  446 views
şew hat û nemawe ser bizêwî
las ew şewe bû be xêwî kêwî
lew kêwe le cerde bû be mêhman
ta řoj demawe ew lekin wan
sozî ke le çil piley berî bû
çil dane miroyî cerde pê bû
deybirdewe mame řeş degeł guł
bo hobe û bo serayî dem guł
ger lew şeře hatewe û geřawe
nêw bangî debowe ew biławe