«wełamî mame řeş»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  707 views
fermûy ke le tawî merg heta hem
baweř bike şîn û nałe nakem
katê çete bûm elew pilane
min bûmewe samî qaremane
řêgem ke ber kesê bigirba
ba ew kese şêr ya bewr ba
lerzîwe be bê şeř ew pyawe
ya řût kirawe ya kujawe
her lew dem û kateda nebe diro
dembestewe merc min degeł xo
demgut ke xudaye to bizane
peymane bo hemû demane
her kes be şeř û hera le dujmin
piştim le ’erz bida be kuştin
min meyterî wîm û ta demênim
hercoyî le bo esp dehênim
êsta ke bendî şeşderî tom
memkûje cwane nokerî tom