«wełamî las bo mame řeş»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  709 views
ew baře hełoyî bałekane
fermûyî ke mame řeş bizane
nêw lasim û xełkî bałekanim
min xawenî diłberî cwanim
hatûmete êre ta be şimşîr
ew kêwe bikem le êwe dagîr
detkujim û çun xerape wêłit
dey řinmewe mûy lasmêłit
paş ewhe deçim elew kejane
dênim gułî tazew cwane
ew kate debestim ew gułane
çil çepkî zelam bew muwane
dîyarî mine ew guł û gułałe
lew çil pile sexte bo xezałe
ew hey gut û hełmetî dedaye
kirdyane yek şeř û heraye
lew katewe ger zewî zewî bû
çawî felek ew şeřey nedî bû
kul bû kewe tîẍ û çek le meydan
xoyan fiřê deda le espan
ew care le řuyî pałewanî
kirdyanewe bîrî zorebanî
layan ke le esleḧew le çek da
wayan le yektirî meçek da
detgut ke piłingin ew duwane
ya şêrin elew çiřu telane
ta geyne nuwêjî nîweřoye
neşkayewe yek le dû miroye
bo şeř nebezîn û her hera bû
leşyan le mêzî yektira bû
ew cerdeyî dûre awedanî
fêławî û dił řeq û şeřanî
ta bowe be ’esir xoyî řagirt
laqî le şeř û heraye dagirt