«wełamî las be xanzad»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  457 views
ey jin bese lew qisane lade
bew base gyan deçê be bada
řêm xistewe kin eto le bo nan
min bûmewe têr, lêre be ziman
çit dawe elêre to le karim?
bo bûye diřuyî diř le yarim?
bew core ke nêwî ew dehênî
gyanî min dił be ẍem desênî
nem bê ke jinêke ta be pîrî
nahênmewe min perî ḧerîrî
xo dîwmî tom eger hewîsba
bo çîme ke wek xezałe bîsba
bo wêlî hemîşe to ledû min?
dêwaneyî lew kejane ey jin
ewhey gut û dengî espekey da
wek bayî şemałe bew gewey da
lew xêwete êpeřî deřoyî
goçanî neda perî le goyî