«tirsandinî xezal le çûnî las bo şeřî mame řeş»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  521 views
ba ême biçîne kin xezałê
řû keyne wetaẍî bo hewałê
fermûy ke xezał wa be lasî
ew lase bewey zigî demasî
lew kareyî xoyî ebû peşîwan
řûyî kirdiwe las ew be giryan
deygut were çawekem meço şeř
to mebřewe ser diłim be xencer
ger bêt û eto biçî be saẍî
ta meḧşere bê seru qułaẍî
bo bo şeře wa be cê dêłî?
bo demkeye sûk to le xêłî?
ke xudayî nekirde to nemênî
ew şoře xezałe bo bimênî?
min boçme las, zîndeganî?
çibkem le ciḧêłî û cwanî?
bew şoxye ger kutim degełtan
to lade le guł çinîn û hênan
pařayewe ew xezałe be ziman
ta lasî bika be dûr le gułan
her çende be lasî ew defermû
bo çûnî gułan gişt tir bû
zanî kewe pende key be baye
deygut be pejare ew duwaye
be qisem bike lase bo girj řûy?
bo ew seferey meço, eger çû
maçim bike bîbjêre ta sî
nanî bere tirsenoke birsî
xoy saz dekird ew le bo kîw
bo girtinî çil miroyî wek dêw
herçende xezał řûyî têkird
lew barewe dił be ẍem duwa wird
ew gwêy nedaye lore lorî
řoyşit be espe girde borî
le řikêfî dedawe ew sware
wek bayî eřoyî lew heware
win bû ke le yar û awedanî
aẍa le wełaẍekey řwanî
ney mabû le şî pelan ew nał
bew ḧałe deřoyî her wekû dał
ew espeyî wa ke dî hunermend
řûy kird le rust û bû lewê bend
ew lasî be ẍîret û be cewher
ço kûrew kargayî ḧeyder
be swarî wełaẍ řadewesta
fermûy be ḧeyder ew le pesta
bes xo bike girj û mon û řû tał
ew espe debê bikey eto nał
wer bigre le min liẍawu hewsar
bê bestewe, bibře nał û bizmar
boy bêrew nałî qurs û estûr
lesim û le pelî deher be destûr
be qisem ke bikey bizane pîre
gîrfanî to piř dekem le lîre