«basî le xanzad xanî ḧerîrî ke bêwejin bû girawî lasî bû»
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
2 minutes
772 views
bû bêwejnêkî kułme mêlaq
le wiłatî ḧerîre diłber û taq
guł bû be kenu û zerde lêwî
xan zadew xanzade nêwî
nîw birde le nêw ḧerîr û batas
xişłî le mila bû piř le ełmas
wek kîj be řeng nek wekû jin
lew hane ke ’aşiqî dekûjin
xanê hebû nawekey suleyman
lew xakî ḧerîr wek suleyman
ew xanme şoxe xoşkî ew bû
her boye be řû çirayî şew bû
xanzade ḧezî dekird le lasî
diłxoşî be çî debû? be basî
bo las le benden û çya bû
ew dûre perêzî aşna bû
çûn hewwełe las her ewî bû
cergî be ewînî ew tezî bû
katê be xezał mubtela bû
meylî le ser ew jiney nemabû
dûrkewtewe lew jiney le xořa
laçû le ser ew gułey detora
xanzade le tawî las mir bû
ew lawe dił û gyan bir bû
bû ew jine şoxe gwê qułaẍe
ger çune degeł xezał, aẍa
xoy kirde geřok bo geřanê
takû xeberêkî lew bizanê
bîsbûy ke le kin kiçî melaye
şwanew le ke penkî ’îşq daye
wîstî le řuyî sîḧir û mekiran
laba le serî hewayî peryan
lew barewe hatbû le germên
bo kêwu çyaw dołî bijwên
perwaney las bû hewt bû
her boye wedûyî ew kewt bû
wedwayî dekewt û bû be sone
hełurd le yek heware kone
sertaserî piř le awwibî bû
hemsayeyî hobekey nebî bû
hatin elewêwe çen suware
çabûk suware wek kulare
zanî ke hemû suwarî lasin
şîrînî ḧerîr ça denasin
xanzade ke kirdinî řeçawe
deykirdewe lew suware qawe
fermûyî şitêk û lê depirsim
ewî sware le îwe nek detirsim
tirsim nye çun le yarî win bû
ewřo degeřêm û pêy dekem şû
ser řêy ke degirt bewane şîrîn
lewcêye le lasî lê depirsîn
çen kes le suwarî law û jîre
dayan le kewî ḧerîr tîre
gutyan kewe lasî dił be jane
bo yarî le kwêw bo gułane
cê řawye çil piley ’umanê
ta bigrê be mame řeş behanê
paş ewhe perî ḧerîr nedwa
têpeř bû suware her wekû ba