«bendî las û nasandinî xoy»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  448 views
ew lase ke derneçû le çengî
awayî biłind dekird dengî
ey xanmî hoşyar û jîre
ew řojeye ba neçî le bîre
min lêre ke nokerî eto bûm
pêław û kełaş piř peřo bûm
besbûm le şan û pişte turbên
bêçûm be şew deda le şîwên
dem danewe řoj ew le mołe
het bû le serim hezar bołe
êwareye emin le hobe ger bam
lew cêge be çengî to dekujram
pîşem nebû çunke berxewanî
şîwênî çilone nem dezanî
be şuwanî ke lêre hełdewrdim
bo xatrî to xezałe kirdim
yadit heye sêłekem serewbin
dedruyî be tîr û têm dekid kun?
tîrim ke le mefreq û libadî
derçû bewe min degeyme şadî
ger çûmewe řûm dekirde yałan
řûm kird le dim xiř û diřałan
dem çinyewe çen gułî cwanî
dem داە wepîrî karwanî
hênayewe bo we ew gułane
bimnase xezałe bew witane
nîşanew bełgekem cwanin
ba xełkî hewar bê bizanin
ew kurde şuwane her emin bûm
min kurde şiřołî çoẍe bûzûm
bew dîmene boye wa dehatim
ta fikirî weha biken ke latim