«daway xezał le lasî bowey xoy binasênê û biłê kurde her xom bûm»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  650 views
lew nêwe perî dehate kin las
deyfermû emin şitê dekem bas
gwê bigre ne ’aciz û ne gêjim
bo êwe witêkî hełdeřêjim
nazanê xełk ke kurde kê bû?
demkirdewe bo emin bewî şû?
em mawe çi abřû le kin wan
lêm girje hemîşe řûyî xizman
basim deken ew be sed zimane
ger kuşte û ’aşiqî şwane
kê bê ke biłê şwane lase
çî dawe le hemze ew hebase?
bewhane wehaye kurde řoyî
şew bêje be wane kurde toyî