«çûnî ḧeyte bo lay xezałê»
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
2 minutes
644 views
ca ḧeyte wehayî ger dezanî
ço pêşewe ta wekû twanî
deydawe be ḧeyte pûł û pare
dekirê be tełaye karubare
paş ewhe be ẍar ḧeyte řoyî
ew taneyî her deda le xoyî
sersûř demawe ger lewane
bo xoyî gut ew be xo bizane
çendêke ke nokerî bebanim
wek gurg le kêw û henderanim
nemdîwe ewende zêř û pare
min çon nebem ew peyamî yare?
bo las, lewê be kîse zêřî
destênme ta bikewme têrî
serkewt le kêw û bendenane
řûy nawe heweł le bałekane
çen swarî dedey lewê û le řawê
ew kate le dem xiřu şetawê
girbûyî yekê lewane ser řaw
swarêkî necîb û zîrek û law
deykirdewe hew le girde borî
espêkî be nêw û lendehorî
bazêkî sipî le ser desî bû
tiqajî ke be řiste bû bewî bû
kirbûyî le şan û mil metałe
wek řostemî zał bû be bała
ca ḧeyte le dîmenî detirsa
neyzanî ke ew suware lase
dû dił bû lewey debê ke hew bê
bo xoyetî ya pyawî ew bê?
wa çake ke xoyî pê binasim
ger lase serinc edate basim
bendê ke biłêm elêrekane
gwêy lêye dezanim ew cwane
ger las debê be bend ḧałî
deşkê be hewayî bend bałî
ger hew nîye lêre ew sware
pêy waye hewayî řêbware