«řoynewey las berew bałekan»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  676 views
paş ewhe ke sêlekey dekird kun
bew kare zirawî řoyî dujmin
sê řojî ke pê deçû îtir xan
řûy kird le tawwisî gewrkan
fermûyî le bałeka ke dûrim
bewbonewe bê çiraw nûrim
wîstî mine ser le wê hełênim
ew erkeye ba be cê bihênim
wa çake ke biçme wê be nore
çun meznim û karî ême zore
ey diłbere min diroye nakem
awatî diłim etoy heta hem
sendûte gîyan û dił be kułme
her nałe û şîwenî be kułme
bew ḧałewe des le to ke berdem
dek řûkeme awrî cehendem
řûy na le çyaw kêwekane
dey deynewe çen gułî cwane
řengîn û le baru taze wek bûk
nask beden û şil û řeza sûk
dû deskî le şa gułan hełqend
beybûn û hełałew gya bend
şillêre û swêsin û gezîze
mêlaq û kulokî xaw bîza
hênayî nimûne mûyî diłber
yek baqe le şeşpeřî kezî teř
safî ke nebû elew şwêne
dawêkî le çoẍekey derêna
ke gwêy elew heraye řagit
laqî le ser ew xeyałe dagirt
fermûy ewe eḧmed û budaẍin
çunkîne le las dił be daẍin
hatûnewe îre ew le leşkir
lew kêwe le ême bûne awir
dey bestewe piştî xoyî be xwa
bew ẍiłwe le řû neçû ne xecła
deygut ke penay lase yezdan
sed dane be berd ya be goçan
lew hane dekem be bê gyane
bakim nye xo elew dizane
hatin ke be deste karwan bû
pêşengî ewane yek cuwan bû
řûy kirdewe lew cuwane lawe
be siław şuwane wa duware
pirsî le wełaẍe kew le barî
hî kêye, le dêye ya le şarî?