«wełamî las»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  506 views
deygut ke xezałe çûn feqîrim
bê tîrim û bê kewan û şîrim
destûr dedey be min ke mawê
şermende dekey elêre lawê
wemnî ke bida mela kewanî
to taqet û hêzî min dezanî
ew sêłem eger le ber demet kun
kird, nabme řû syayî dujmin
dwa ew wite ka nebî kewanî
xoy dawe lewê wes şwanî
yek tîrî le nêw kewan dana
fermûyî be mînge be şwane
ha tîr û kewan kurdî eḧmeq
bizanim çikonî dekey le mefreq?
girtî ke kewan areşî jîr
çokêkî le ’erz eda le bo tîr
ew tîreyî řû be sêł řagirt
kêşîy kewan û jêy dagirt
nêwî le xudayî xoyî hêna
deygirtewe mişte lew şuwêne
ew tîre ke le sêłekey ke dedra
têy kird kelên û kun depçiřa
lew dîwe ke tîr têpeřî bû
ejnoyekî ’erzî řeq diřî bû
wek nokerî wa le ber demî to
wêstawim û her minim memî to
ger bêłî xezałe xo dekem saz
defiřim le nişêw û řijd û hewraz
ta deçmewe gundî naw pirdan
mawêkî lewê debim be serdan