«bangkirdnî las be bend»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  728 views
bangêkî be bend dekird le lase
ew şo çye? çawekem çi base?
bo hênde be bê xeyał nustûy?
zîndûyî cwane ya ne mirdûy?
zû heste şwane giçkełane
ew şo xewî to le bo girane?
ya řeb xewî to geřê wexêre
zû řapeře gwî le min bidêre
sistî meke zû be çun beyane
tawê were jûr bo jwane
to bêne bo xezałe parêz
ew sûre gułey binê le amêz
ca bigre be pence sêw û lîmo
pawan kirawin xo le bo to
řamûse be lêw herdû kułmem
heł bikuşe le bin keras da mem
heł bimje le qûłî gerdinî zerd
awê ke dewaye bo hemû derd
bonî bike to le mûyî şewbo
biřwatewe takû xew leser to
lawlaw be çawekem le bałam
gwê bigre demêk bo sikałam
ger to memî ew xezałe zîne
ger merhemî ewhenî birîne
mecnûnî eto eger le êranLocation
leylaye xezałî xane wêran
ferhadî eger etoyî ẍemgîn
min ’aşiqî tom û bûme şîrîn
wek êwe bizane dił peşêwim
xo zerdeyî nadrê le lêwim
kem řû mebe bulbule degeł guł
bo bew şewe lew gułey debî sił?
’aşiq be şuwanî û be karî
bêzar debê nebî le yarî
şuwanî ke biřawe her be řêwe
řêzî heye bo dełêy dizêwe?
ger bûye şuwanî min bibure
têyda nîye ’eyb û ’ar û şûre
’eybî ke hebaye bo be xatim
dekira le kejî mekey mu’ezzem?
mûsa bû be ḧukmî destî ẍeybî
be şuwan le bo meřî şu’eybî
kwa çatrî çawekem le wane?
bo bew şewe pête to behane?
her çende be dirde dił ewey gut
lew cêgeye şenge kuř nedebzut
deyxiwardewe swênd ew şewey las
ta ew kiçe gerne, piř le ełmas
lencey beşew er neka le bo lam
çun tîrî bełayî hênde lêdam
min naçme kin ewa heta hem
kwa bo wî be şew debim be hemdem?