«pêş biławekirdinî xełk xezał pêy kutin nêwî kurdem gořîwe be şwane giçkełane»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  509 views
ber lewhe xełk bika biławe
ew xanme dił be ẍem biřawe
fermûy ke hemû wemênin êwe
gwê bigirin elew witem be pêwe
gořîwme le kurde çun şwane
nêwî, be şuwane giçkełane
her kes ke le gewre ya le wirde
ew şwaneye bang bika be kurde
mał û meřî ew debem be tałan
min deykeme top bo minałan
nabê le meřan û berx bidwê
wiryaye le derkî mał denwê
naçêtewe berxegeł şewane
êşk çye bome ew şewane
denwê le qeraẍî çadrî min
ser řêgre çun be şew le dujmin