«nexşey xezałê bo nasînî kurdey»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  497 views
her ew deme bazî meste çawe
deykird le kenîzekane qawe
bew kurde biłên ke dest bişwa
bê lêreke çaw nan bixiwa
ta min le cemałekey bifkirim
bizanim çi kesêke ew be fikirim
ger las dyare ew ẍerîbe
le xardinî nan da necîbe
ney zanî ke çaw nan bixiwa
lew małeye ew debê ke biřwa
de’wet dekirawe kurdu bo jûr
be de’wete ew debû we řû sûr
ço jûrewe kurde řeş le yarî
dedwawe be řuyî şermezarî
fermûy ke siław bê le xanim
serçaweyî manewey gyanim
ew kîje be ehwenî û be germî
dey dawe wełamekey be nermî
cêgayekey bew deda nîşane
hênayî be sifre boyî nane
kurdî be biłîmet û pel estûr
dey xwardewe nan û ça be destûr
ew lase ke hoşyar û jîre
bû têr çi ’eyb lew negîra
lê girt xezałe ger sirince
zanî ke necîbe ew be pence
dey fermû ke sêreyî dedaye
şayîke le bin ke penk daye
ew diłberey ey dekird baweř
ke şuwane ke lase xo deka keř