«çûnî las bo kêwî bo hênanî kołedar»
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
1 minutes
640 views
ew lawe gurîsî des dedaye
řûy kirde nuwałe lew çyaye
serkewt û degeyye yek nuwałe
le guwênî û lew çeqale tałe
wek şêr bedes hełî deqendin
hênayî hemû le řîşew bin
her hênde ke qenneyekî tîkey
ya êlçye bo sefer beřê key
bê tewr û tirinc û bê tewerdas
kêwê dekirawe ko be des las
gwênî depiřj zelame le nuwał
dey xistewe ser petî ḧewt bał
kołêkî wehayî lê denawe
kurt bo we gurîs û her nemawe
zanî kewe kurt bû ḧewt bał
tegbendî weser dexist le nuwał
piř bû ke le lêrew tełaye
bestî le gurîs ew le laye
kêşayî le xoyî tenge tîle
hênayewe kołe pişte gîle
day nawe le piştî tawił û mał
ew kołeye bo serayî qij kał
tegbend ke her le kirnewey da
depsaw tełayî lê hełeřja