«wituwêjî şa’îr degeł meygêř û sikała le zemane»
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
2 minutes
735 views
saqî were bezmî ême xoşe
mey têke be êmey mey binoşe
bîhêne be kucełe û be badî
ba ew deme bişte ser be şadî
nabê siłe to elew demey key
mey qûtme bo debê le mey key?
mey to be seru deru ke bînî
hewrî ẍemî ême nařewênî
ew kûpeye dabnê le meydan
nêzîkî le mey ke mey le meydan
ta hênde wexom mey le mane
dił neştewe bin peřey zemane
ew çepgeře wa be zułim û zore
cadûgere dengirê be nore
debzane le xełk çî deka, çî
xanî wekû las eka be çerçî
deybatewe pêy deka şwanî
deyka be yekî berazewanî
ewhey ke hełoyî bałekan bû
det dîy ke le berxegel şwan bû
lawêkî dexate bend û zîndan
şêrêkî be pel deda le řijdan
gencêkî le gomî aw dawê
aba le berû le boyî kawê
deyka be yekê heta dejî şîn
ferhad be kuj deda be şîrîn
sûř û xulî bome piř girêye
nazanî ke řuyî ew le kêye
wek çaweşe bo xełk benaye
her taweye lê deda hewaye
wey wey le xulî zemane saqî
`girtûmî be werhem û meraqî
çun basî zemane nakirê pêm
mey bêne le lase şořî dedwêm