«tegbîrî se’dan begî pîr»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 3 minutes  651 views
lew kořeyeda hebû pyawê
bo ḧurmet û řêz, ew şyawê
çun bû le zemanî eḧmed’aẍa
meclîs nişînî ew wetaẍe
wek pîre heyas ’aqił û jîr
her ewbû kilîlî qifłî tegbîr
řazê ke hebaye bew degutra
karê ke degeł nebû nedekira
ew pîreye bîrekey wehabûn
têy biř nedekird sed felatûn
girbûyewe lase şoře bew xew
se’dan bege pîre nêwekey bû
bê denge le jûrî baregaye
bû ew bege jîre ta dwaye
fermûy be las ey cwane
aya heme min ḧeqî qisane?
dey bîst ke le las ew kelame
lew pîrî beřêz û îḧtêrame
way dawe wełamî ew miroye
ser řişteyî lase her be toye
ew pîre kutî xezałe be xwa
naye be şeř û hera û de’wa
ger leşkir û hêzî bo bikêşî
webzane diłî le to ke dêşî
’aşîretî zorî ew le dewren
azaw netirs û gewre gewren
katê ke lewane yek hera ken
ko debnewe ew qebûł naken
kîjê be heraw kêşe bibrê
ew etke be meznî wane bikirê
ke miroye le ême ew bikûjin
namûsî eto deçê le ser jin
her kes ke řijawe abřûyî
wek dêw û ecnide waye xûyî
serşořye řêz û ḧurmetî to
biřwa le ser ew kiçey be fêřo
kiç zorin û abřû ke biřwa
nabêtewe bo kesê lewew dwa
be qisem bike to biço be tenya
bitbê be xudayî gewe hewya
bûzûyekî řeşbełek le berke
tepłêkî qutîlke to le ser ke
wek ew kuře kurde ger şwane
giştî bike bêne camedane
bê beste be geřgeř ew le teple
hembane be koł û piř le xeple
hełkêşe le qaç û qul be destûr
gurewyekî pentike mû û estûr
ew care depê ke yek ke łaşe
bo řêge kełaşî nerme başe
guçanêkî qef zil û biławe
hełbigre lewêwil û binawe
sîpałî berit bikey ke çiłkin
ca to le gewrkida debî win
bew cure bipêwe şyû wadî
wek mem ke deřoyî bo miradî
carcare be dengî lore lore
to fermû le kej hewayî hore
tegbende le bin şitûmekanit
çespî ke le bendenî cwanit
piř bê le dirawu zêř û lîre
her pûłe debête destigîre
tengane ke řû bida derindu
be pareye lad çê le ser tu
bew core biço ne wek be xanî
bo xizmetî yar bo şwanî
ca ew deme kê eto denasî
ba biçyewe ber demî heyasî
werzêkî lewê be, bîdwêne
sazî ke şewêkî bîřfêne
awa ke milî neda be qurban
bixiwazewe ew le bab û xizman
ew care be hełpeřîn û loẍan
bêhênewe gundî naw pirdan
ři’azî ke be to nebû xezałit
zû řêkewe bo seraw małit
kwa xełk dezanê ger eto çûy
bo xakî gewirk û wa lewê bûy
wek hewwełî heybetit demênî
dekirê ke be poz ser hełênî