«wełamî mame pîre»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  814 views
ew pîre gutî be las bîye
kîjêke gułî serayî nebîye
aẍaye beřêze gewre małe
ew şoxe seroke lew meḧałe
wek baze be řeng û dîde baze
memkî xiře ew gelî be naze
kew xałe, be lar û lence sone
řû xoşe ne girj û mirç û mone
řeng esmer û çaw řeşî be bê kil
dem ẍunçew řû guł û kemer şil
zerdey ke deka le lêw û zarî
lew cêye be baqe guł debarî
herçî ke eto biłêy cwane
bełgey heye xo elew cwane
îranîye yarî to gewrke
zyatir lewe lêm naye kurke
mandûm û le dûreřêwe hatûm
bê hoşim û her dełêy ke mirdûm
negrî ke le ême to řiq û qîn
ew mayîne piş be zîne î wîn
hî ême dizawin û nemawin
webzane kewa firoşrawin