«çawpêkewtinî las bew dû suware le serbanî qeławe»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  502 views
lew berzewe las deyřiwanî
dûrbînî degirte řêyekanî
bo wey ke bizanê kê le lawe
dênêtewe mayînî dizawe
dû dane suwarî ger weha dîn
herdûkî le dûre ew denasîn
deygut çye? ew wełaẍe î kên?
ey mayînî lase şoř le kwên?
lew bîr xeyałeda demawe
ta kirdyewe pîre lew siławe
dabezyewe ger le ber qełaye
dey bestewe yeksim ew le laye
ew pîreyî řêge dûr û xeste
řûy kird le las û řadewesta
deygut ke xezałeket be wirdî
ey gewre siłay lê dekirdî