«qebûłkirdinî daway xezał û bendikutnî pîre le barey lasda»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 4 minutes  509 views
řûy kird le xezał mame pîre
deykirdewe ew be las jîre
basêkî le las bo dekird bas
ew baseye tawwisî dekird kas
fermûy ke emin be řêk û pêkî
دەێڵێم le çend beş, beşêkî
çil şew ke le basî las bidwêm
tarîfî tewaw nakirê pêm
ew şayere ca hełî dedaye
ew çeşneyî bo degut hewaye
ey perye cuwane to bibûre
ew yusfe lew wełate dûre
nêw birde be lase mûyî zûre
bab eḧmede wa le şarezûre
yekdane ciḧêł û taze lawe
meylî le kej û çyaw řaw
meznêke be leşkir û supaye
ew gence le bałekan şaye
çun bê jin û sadew ciḧêłe
le dwayî xezałe şؤře wêłe
to ḧezte ke xuyî ew bizanî
naka xewe kazîwey beyanî
hedestê beyane ew cwane
wek şêrî be samî bêşełane
naga ke le kej bida hetawe
dexwatewe şîr yane qawe
ger camî tełayî asmanî
kirdî le ḧewawe zêřweşanî
şîxałî ke dawe lew zemîne
deřwanî be çawî dûrbîne
mawêkî le pencerey qełaye
nîşaneyî benden û çyaye
lew kêwu çyaye tê defkirê
ta xo le pejare dûr bigrê
têr bû ke le seyrî bendenane
fermandeyî mułkî bałekane
hawar dekate meyteranî
boy zîn biken espekey cwanî
ew espe ke qap řeş kuwête
wek ẍûle be řeng û xûyî şête
mîr axuře espekey dehênê
ta hełgirê zîn dey xurênê
muřsaye ke nîwî zîne waye
yekcar be bayex û behaye
binwênê heta wekû beqozî
awzengî kirawe ał dozî
tengew beru qayşî le bulẍar
bo zînî kiřîwe lawî serdar
awrîşme kerîşmekey çinawî
mirwarye dane bolẍarî
besrawe le beynî gwêyekanî
bo zînetî esp û bo cwanî
çepkê le peřî detîlî tawus
řûy hewre deken lewêwe řamûs
ew espeye řextî way pêwe
sertaserî her teław zêwe
suwarî ke debê suwarî aza
degrê be des ew şehên û baze
ew bazeye sî qełate sî tûk
tîj têpeř û tîj çeng û dindûk
hełdegrê le bo şeř û teq û řew
řimêkî lewî dehejde qef ew
şîrêkî le latenîşt dawe
lahurye zêř kifit kirawe
sa caxeyî gerle piř delerzî
şořabeyî bew deda le ’erzî
yek xencerî pêye tîje ḧatem
nîruyî desk debanî řeş dem
bê çek nye çûnke ew cwane
deyka le milî qefî kewane
qef gewre û sext û xase řenge
nek lewhe kemałî wane tenge
yekdane zirêy ḧelqe zerde
dawwidî û çek nebiř le berda
piştî nye xanî ême xałî
lew pêsteyî kergeden metałî
cutê le şedey dekuresîne
dey bestê le kelle ew şehêne
patoł û kewayekey cwane
es kelleye qîmetî girane
piştênî ke şałe ew le turme
řengî ewe more yane surme
bê řawu şikar çûnke najî
degrêtewe qiłfî řiste tajî
ew xane degełye xosuware
le cuwan û le pîr yek hezare
ew leşkire zore nîwe pîrin
nîwî tirî wane law û jîrin
řؤji ew kełe řû denê le kêwan
nayîtewe ta nuwêjî şêwan
degirin meře kêwî û kewane
ya sûre qułîng û askane
her dem le çiř û le bendenêkin
her tawe le şyû qujbinêkin
pêsî waye deda des ew le wadî
le firîştey awet û muradî
herçêye gułêkî lêdeka bo
nagatewe lêwe ẍunçekey to
cêy daxe ke las ebew cemałe
bê beş bê le hemdemî xezałe
her çî heye şit le řûy dinya
bo wî heye lew wełate tenya
çî dîke xezałe natwanim
bew basewe lał ebê zimanim
min pîrim û barî pîr lenge
katî xewe şew gelê direnge