basî dizranî dû mayîn le řewey lasî

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  492 views
řojêkî le řewkewanî aẍa
dû mayînî tund û toł û saẍe
wek ẍûl û ecnide ew wełaẍe
win bûnewe bê seru qułaẍe
herçen le hemû hewar û dêyan
’alem degeřawe kewte řêyan
hîç kes nebû ew duwey ke dîbin
şwênê nebû lew ketêpeřî bin
ew kareye ger be lasî gutra
detwayewe her debû be qetre
wa bîr dekirawe ge daxan
her ew deme mil denê le şaxan
helwîşkî kewa bibû be serda
lew xake miroyî lawu wişyar
gurgî şeke ya meřî nebirbû
kes zułmî le mułkî ew nekirbû
ca boye ke las ewey dezanî
barî ẍemî qurs bû le şanî
řûy kird le pyawu nokeranî
deygut ke debînin êwe nanî
pêw kes nye kes le dê û şarî
şêrin le çyayî kurdewarî
yek dêwî beşer dexa le nêw bend
yek çermî le şanî ejdeha send
yek tîrî be řiq deda le marî
şahêneyekê le bo şikarî
bê ser buwe kergeden be şimşîr
her bewre be êwe bû be yexsîr
her sengerî sext bê şikawe
her dujmine gerdinî biřawe
bewcore le xwardinê dilêrin
mû zûr û dilêru lawu şêrin
ger nan xwarwe wek jinanin
serşoř û dirozin û nezanin
bewrin le kulên û kuncî jûrê
řostem gir û gurgî ser tenûrê
koř û be hewa û zimbezbe
dêw dîmen û pałewanî pembe
şaxî be demî deban dediřn
fîln ke hemû be xowe dexuřn
dû dane wełaẍî min dizawin
êweş le kelên û kun xizawin
gwê bigirin elew witem webin wird
qestem be şeřafetî gelî kurd
ger bo kej û kêw û dê û şaran
eçin û neken êwe pirsyaran
suraẍî le mayînî dewn bû
ey hênnewe êre, yek derendû
dey dem bewe zîwerî jinane
ta bibne be pendî ew cîhane
kê qudretî ew şitey debê bê
ew řoke wełaẍî lasî bidzê?
bo lew ẍem û derde min nenałim?
diz bêt û bika tema le małim
şerbê ke min ew çetem wedes kewt
bidiřim zigî ew gelorî serçewt
ta bête be pendî xełk û îdî
beşqim ke dizî neka kesî dîy
xakî dize her be ture espan
degwêzmewe derd dedem be cerdan