birîndarbûnî xezał be tîrî ewînî las

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  460 views
ew şêxe ewey ke pê defermû
awir le diłî xezał berbû
wagerm dił ew debû be ’îşqî
neşkawe be awî çaw teşqî
detwawe be awrî ewîne
gêřayî le tawî las şîne
ew tûnî bû çawe bû be bê aw
lew xakeyeda nebû leber çaw
kê bêtû bika dewayî derdî
geş katewe wênekey derezdî
ew ’aşiq û yar bê şuwêne
ew kare çetûn û diłtezêne
bî datewe bo kwê sirince?
bo dêw û firîşte ya dirince?
bo ḧorî û adem û perîzad
lewhane be kame dił bika şad?
lew katewe herkesî denasî
dey pirsî le bałek û le lasî
hîç kes nebû bê řêbwarî
ke biłêtewe bew şwênewarî
lew barewe dił be ẍem demawe
ew mamze kewte qiłfî dawe