basî çen şwên le xakî gewrkida ke ewřoş be nêwî hozî mela nebîyewe meşhûrin

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 3 minutes  511 views
çen şwên û hewarge hen cwanin
êstake ewa be nêwî wanin
wek sane û wek biraym aẍa
piř ’etre be guł deken demaẍe
gořê heye baş řabyane
şîw û xirê xat xwîyane
dołê heye basî ew ke bikirê
ew dawwide noke nêw debrê
şîwî heye piştekey ke girde
dołêke be nêwî xidre kurde
wek çaweyî dewrekey melayan
biřwane le kêwe řeş le genman
ew kêweye şoretî ke řeş bû
ew nêwe be nêwî mame řeş bû
katê kewe řêgrî dekird ew
lew kêwe debû be řoj û ya şew
çun ew çete boçya bibo xêw
řeş ew deme bû be nêw bokêw
wek dîmenî çil piley ’umanî
řêgayî be pêç û berdełanî
biřwane be dîde to le keprî
wêstawe berew xezał û degrî
gundê ke birêm xesarî nawe
lew serdemeda dirus kirawe
katêkî ke mame řeş degîra
lew cêgeye nebî be fikir û bîre
tałokeyî kird û řanedewsta
deygirtewe ew be pare westa
gundêkî le yek çiro tełanê
lew geřgeřî çil piley ’umanê
deykird dirust û ew binaẍey
dařişt elew çya û şaxey
ger cerde nemawe lew meḧałe
ew gundeyî piř dekird le małe
takû řû řeşî dirozin
řêgaye be karwane negirin
lew xak û şwêne řîge girtin
laçê dizî û feqîr kuştin
lew gunde demawe ew melaye
ta dê dekirawe dare řaye
nêwî kuře başekey dehêna
lew gunde diruskirawekey na
lêy dawe ke kołeke û xesare
fermûy kewe dê birêm xesare
wek kanî û gořî şałe begyan
cê tawił û xêwetî denebyan
wek tuřeyî aw zor û sûke
piř çîmen û sewze û kułoke
biřwane le kêwî sêwe sûre
nûrîne be řeng û řûyî tûre
bîrî weke to elew meqame
şayanî supas û êḧtirame
ew goře heware ça binase
cê gořê kiçî mela û lase
bîstûte ke sêwe sûre nawe?
ew nêwe xezał lêy denawe
lew kêwe kiçêkî xoşewîstî
lê demrî û derdeçî le destî
nêwî kiçekey elew heware
tabûyî debû be yadgare
berdê ke kiçî mela be xoşî
řojane meřî le ser dedoşî
deyda meře zaw ew le pêre
bew kułmeyî sûrî wek şilêre
sendełîyekî kewne sałe mawe
lew gundî xezałe řundirawe
ger geyye be muẍberey melayan
danîşe demêkî to le layan
herçende ke matin û keř û kas
mêjûy gelî ka nebî deken bas
xo bełge lewane zorî tir hen
cêgayî çiř û çya û benden
ewhane hemû hen û dyarin
bo ew řegezey şwênewarin
herkes ke bewey biłê diroye
bê bîr û xeyałe ew miroye